06:00 21 Hezîran 2018
Êrîşa hewayî -  Îsraî - Xezze

Artêşa Îsraîlê li Xezzeyê li gelek hedefên Hamas û Cîhada Îslamî xistin

© REUTERS / Amir Cohen
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku ji bo bersivdayîna li dijî zêdetirî 30 moşek û topên hewanê yên ku ji aliyê Xezzeyê ve hatin avêtin, hêzên wan li 35 hedefên Hamas û Cîhada Îslamî yên li Xezzeyê xistine.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê (IDF) de got, "Balafirên şer û wesayitên hewayî li Xezzeyê li 35 hedefên terorê yên ku li 7 herêmên aîdê komên terorê yên Hamas û Cîhada Îslamî ne, xistiye."

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li wan qadên hedef hatin girtin 6 şûnwarên leşkerî, depoyên cebilxaneyan, hedefên deryayî, tunelek û baregeh hebûn.

Artêşê di daxuyaniyê de bal kişand ser şerê sala 2014a yê li dijî Hamasê û got, "Em ji dema Operasyona Xeta Parastinê û vir ve di asteke nedîtî de ketine nav tevgerê."

Hatibû daxuyandin ku di saetên serê sibehê de ji Xezzeyê 28 topên hewanê li dijî Îsraîlê hatibûn avêtin lê hatibû diyarkirin piraniya van ji aliyê pergala parastinê ya Qubeya Hesin ve hatin îmhakirin û ti kes birîndar nebûn.

Hatibû gotin ku paşê ji Xezzeyê 2 moşekên din hatin avêtin lê ev jî ji aliyê pergalên parastinê ve hatin îmhakirin.

Bi heman mijarî:

Pêşniyara nasîna ‘Qira Ermanan’ ji Parlamena Îsraîlê hat vekişandin
Îsraîlê bi tankan li Şerîda Xezzeyê xist: 2 filistînî mirin
Îsraîlê dîsa êrişî Xezzeyê kir: Kuştî û birîndar hene
Etîketan:
êrîş, Artêşa Îsraîlê (IDF), Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de