05:57 21 Hezîran 2018
Leşkerê Sûriyeyî - Artêşa Sûriyê

‘Hikûmeta Sûriyê tenef jî tê de, dê sînorê başurê welêt kontrol bike'

© REUTERS / Omar Sanadiki
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat diyarkirin ku hikûmeta Sûriyê herêma Tenefê ya di bin kontrola Amerîkayê jî tê de dê, tevahiya sînorê başûr ê Şamê kontrol bike.

Çavkaniyekê ji Spûtnîkê re got, piştî encama hevdîtinan wiha biryar e ku hikûmeta Sûriyê herêma Tenef ya di bin kontrola Amerîkayê jî tê de, dê tevahiya sînorê başûr ê Şamê kontrol bike, di vî warî de rêkeftin çêbû.

Ew çavkanî wiha axivî: "Tevahiya sînorên başûrê welêt dê radestî hikûmeta Sûriyê bêne kirin. Hêzên Agirbestê yê Raçavkirinê (UNDOF) yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li Girê Golanê car din dest bi tevgerên xwe bikin. Hebûna hêzên îranî li Sûriyê nayê pêşbînîkirin.

Heman çavkaniyê amaje kir ku Televizyona Kanal 10 a ku li Îsraîlê weşanê dike îdia kiribû ku Rûsya û Îsraîlê di mijara sînorê başûr ê Sûriyê de li hev kirine û li gorî wê yekê dê hêzên hikûmeta Sûriyê car din derbasî wê derê bibin.

Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Taybet ê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo Rojhilata Navîn û Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanovî gotibû ku haya wî jî rêkeftineke wiha tine ye.

Bi heman mijarî:

ENKS dê li Moskowayê bi Bogdanovî re bi mijara Sûriyê hevdîtinekê pêk bîne
Erdogan ji Pûtîn re: Divê di pêvajoyên çareseriyê yên pirsa Sûriyê de PYD/YPG cih negirin
Hat îdiakirin ku ‘Hevpeymaniyê li Dêra Zorê êrişî baregehên Artêşa Sûriyê kiriye'
Ulyanov: Bingeheke hiqûqî ya daxwaza Amerîkayê ku Îran ji Sûriyê derê tune
Lavrov: Hêj karê Rûsyayê li Sûriyê bidawî nebûye
‘Li Sûriyê ji bo çareseriyeke aştiyane hemû merc pêk hatine'
Etîketan:
Hêzên Artêşa Sûriyê, kontrol, NY, UNDOF, Rojhilata Navîn, Amerîka, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de