03:19 18 Hezîran 2018
Muhammed Salah - Sergio Ramos

Doza bi mîlyarek euro li Ramos hat vekirin

© REUTERS / Hannah McKay
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Parêzerê misirî Bassem Wahba Sergio Ramos bi hinceta zirardayina fizîkî û derûnî ve sûcdar kir. Wahba doza bi mîlyarek euro li Ramos vekir û giliyê wî li FIFAyê kir.

Di pêşbirka fînala Lîga Şampiyonan de Liverpool û Real Madrid têkoşiyabûn û di deqîqeya 31an de Mohamed Salah di pozîsyona bi fitbolîstê Real Madridê Sergio Ramos re seqetî derbas kiribû û ji listîkê derketibû. Parêzerekî misirî derheqê Ramosê ku Salah seqet kir de doz vekir. Herwiha parêzer bo cezakirinê mîlyarek euro daxwaz dike.

​Ji aliyê din ve jî tê payin ku Salah dê bighêje Kûpaya Cîhanê. Bertekên dijî Sergio Ramos jî berdewamin. Li gor nûçeya Sada El-Balad a kanala Misirê, parêzerê bi navê Bassem Wahba ji FIFAyê re daxwwaznameyek şand ku Sergio Ramos bi hinceta zirardayina fizîkî û derûnî ve sûcdar kir.

​Wahba, "Salah bi zanebûn seqet kir û ji ber vê jî divê bê cezakirin. Min doz vekir û giliyê wî min li FUFAyê kir."

Bi heman mijarî:

Ramos bo seqetkirina Salah: Ez xwe sûcdar nabînim
Liberman pesnê Salah da: Divê demildest bo artêşa Îsraîlê bê kirêkirin
Fitbolîstê salê yê herî baş Mohamed Salah e
Etîketan:
seqetî, doz, fitbolîst, Bassem Wahba, Misir
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de