22:52 21 Hezîran 2018
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû

Netanyahû: Bila Îran ji tevahiya xaka Sûriyeyê derkeve

© REUTERS / Ammar Awad
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahûyî îro careke din dubare xwest ku Îran ji tevahiya xaka Sûriyeyê derkeve û destnîşan kir ku moşekên Îranê yên menzil-dûr dikarin Îsraîlê tehdîd bikin.

Netanyahû îro bi daxuyaniyekê got, "em dixwazin Îran ji tevahiya axa Sûriyeyê derkeve û Îsraîl ne aliyekî ti lihevkirinan e" û teqez kir ku welatê wî "dê destûrê nede Îranê ku ji aliyê leşkerî ve li Sûriyeyê bi cî bibe û herwiha dê rê nede ku çekan ji Sûriyeyê veguhezîne Libnanê."

Serokwezîrê îsraîlî di berdewamiya axiftina xwe de got ku "moşekên meznil-dûr ên Îran hewl dide li Sûriyeyê bi cî bike, heta eger çend kîlometreyan dûrî başûrê Sûriyeyê werin bicîkirin jî dê me tehdîd bikin."

Netanyahûyî di berdewamiya axiftina xwe de got, "lewra divê Îran ji tevahiya xaka Sûriyeyê derkeve û em ne aliyê ti lihevkirinekê ne ku îdîa kiriye ku me mercên kêmî van qebûl kirine."

Herwiha Serokwezîrê îsraîlî got, "bi her awayî, lihevkirin hebin jî û tine bin jî, em dê li gorî berjewendiyên xwe yên ewlekariyê bixebitin  Em dê xwe bi hêza xwe biparêzin".

Nûnerê Taybet ê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo Rojhilata Navîn û Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanovî di berdewamiya axiftina xwe de got ku haya wî jê tine ku ji bo sînorên başûrî yên Sûriyeyê ti peyman di navbea Rûsya û Îsraîlê de çêbûne.

Etîketan:
Benyamîn Netanyahû, Sûriye, Libnan, Îsraîl, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de