04:13 22 Hezîran 2018
Sînorê Îsraîl û Sûriyeyê

'Îsraîl qebûl dike ku hêzên sûrî li ser sînorên wê werin bicîkirin'

© REUTERS / Ammar Awad
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Televizyona Îsraîlê ragihand ku rayedarekî payebilind gotiye, wan qebûl kiriye ku hêzên Artêşa Sûriyeyê li ser sînorên wan ên bakurî bi cî bibin.

Medyayê ragihand ku ev lihevkirin bi navbeynkariya Rûsyayê pêk hatiye.

Di wê raportê de hat gotin ku hêzên sûrî dê li ser sînorên li gel Îsraîlê bi cî bibin û li gel vê jî Rûsya dê sozê bide ku hêzên Îranê û Hizbullahê dê li wê herêmê tine bin.

"ESAD DÊ ÎRAN Û HIZBULLAHÊ JI WAN DEVERAN DÛR BIKE"

Rojnameya Haartezê duh dawiya şevê îdîa kir ku Serokê Sûriyeyê Beşar Esad biniyet e ku hêzên îranî ji sînorên Sûriye-Îsraîlê dûr bixe.

Şirovekarê leşkerî yê rojnameya navborî Tsîfî Barêlî nivîsî ku Serokê Sûriyeyê Beşar Esad ji Îran û Hizbullaha libnanî xwestiye ku hêzên xwe yên leşkerî ji sînorên Sûriye-Îsraîlê bi dûr bixin da ku rewşa li wê derê xerabtir nebe û nebe hincet ku Îsraîl li wan deveran xîne.

Bi heman mijarî:

Trump fermana kêmkirina kirîna petrola Îranê da
Ji Îranê rexneya Esad: Ew bi xêra me heta niha maye
Li Kirmaşan û Kurdistana Îranê 279 kes ji ber xwarina kuvarkan jehrî bûn
‘Gendeliya dengdan a Silêmaniyê ji aliyê Îranê ve hat kirin'
Hêzên Îranê mudexale li xwepêşanderan kir: 3 kes hatin kuştin
Îranê biryara îdama Ramîn Husên Penahî da
Etîketan:
Hizbullah, Beşar Esad, Rûsya, Sûriye, Îran, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de