09:50 19 Hezîran 2018
Nîşangir

Di nava 24 seetan de 18 leşker ji aliyê nîşangiran ve hatin kuştin

© Sputnik / Georgiy Zimarev
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku artêşa Erebistana Siûdî li herêma Cîzanê bû hedefa nîşangirên husî û di encamê de 18 leşker hatin kuştin.

Li gor nûçeya ajansa Tesnimê ku li Îranê weşanê dike û zanyariyên xwe dispêre çavkaniyekî herêmê, nîşangirên husî li herêma Cîzanê leşkerên artêşa Erebistana Siûdî hedef girtin. Di encamê de 18 leşkerên Siûdî hatin kuştin. 5 leşkerên Siûdî li nêzî baregeheke leşkerî û 4 leşker jî li herêma Cebel Dahanê hatin kuştin.

Di berdewamiya nûçeyê de tê gotin ku duhî jî 9 leşkerên artêşa Siûdî li sehraya Care ya girêdayî Cîzanê hedef hatin girtin.

Li gor îdîayan Navgînên Hewayî yên Bêmirov (NHB) a Amerîkayê êrişî bajarokê el-Nahliye yê li herêma el-Derahimiya Hadide ya Yemenê kir, di encama êrişê de 2 hemwelatiyên yemenî canê xwe ji dest dan û sivîlek jî birîndar bû. Tê gotin heman heman NHByê êrişa navçeya Razî Îsa ya herêma el Salifê jî kiriye.

Herwiha piştî hedefgirtina leşkeran, Siûdî jî herêma Razih a eyaleta Saadayê daye top û hawanan.

Bi heman mijarî:

‘Îsraîlê li hêzên îranî yên Yemenê xist’
Li Yemenê di 4 salan de 26 rojnamevan hatin kuştin
Serkirdeyekî siyasî yê Hûsiyan li Yemenê di êrişa esmanî ya siûdiyan de mir
‘Siûdî dahatên hecê ji bo şerê Yemenê xerc dike'
Li Yemenê hêzên hevpeymanê 'bi şaşî' li sivîlan xist: 14 mirî, 4 birîndar
Li Yemenê di encama êrişa Erebistana Siûdî de gelek zarok jiyana xwe ji dest dan
Li Yemenê êrîşa hewayî: 7 jê zarok bi tevahî 12 sivîlan jiyana xwe winda kirin
Etîketan:
18 leşkerên Siûdî hatin kuştin, Erabîstana Siûdî, Yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de