04:57 22 Hezîran 2018
Hec

Erebistana Siûdî piştî 3 salan deriyê umrê li hemwelatiyên wê dewletê vekir

© REUTERS / Ahmad Masood
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Erebistana Siûdî piştî 3 salan deriya îbadeta umrê li hemwelatiyên yemenî vekir. Siûdî piştî derbeya leşkerî ya Yemenê serdana umrê qedexe kiribû.

Wezîrê Weqif û Îrşadê yê Yemenê Ehmed Atiyye di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Qaliyeta Siûdî ji bo hemwelatiyên yemenî bikaribin îbadeta xwe ya umrê bi cih bînin biryarnameyek parve kir."

Ehmed Atiyye di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Siûdî çûna umrê ji ber destwerdana milîsên husî 3 sal berê dabû rawestandin. Biryarnameya qraliyetê piştî xebateke mezin a wezaretê hat dayîn."

Hêjayî gotinê ye ku demeke dirêj e li Yemenê bêîstîqrariyeke siyasî heye û husiyên ku dixwazin rêvebiriya Yemenê bi dest bixin ji sala 2014an ve kontrola Sanaya paytext di destê xwe de digrin û Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdî jî pêşengiya wê dike ji sala 2015an ve piştgiriya rêvebiriya meşrû ya Yemenê dike û li hemberî husiyan êrişên hewayî pêk tîne.

Bi heman mijarî:

Qetar, marqeyên Erebistana Siûdî, Misir, Îmarata Erebî û Bahreynê qedexe kirin
6 leşkerên Ertebistana Siûdî hatin kuştin
Milîsên husî dîsa bi moşekên balîstîk êrişî Siûdî kir
Prensê Siûdî wê ji berîka xwe deynê hemû tîmên futbolê bide
Hizbullah: Normalîzebûna Siûdî û Îsraîlê tehdîda herî mezin e
Midûrê ofîsa prensê Siûdî ji bo îdîaya 'kuştinê' wêneyek parve kir
Etîketan:
Yemenî dikarin derbasî Siûdî bibin, Erebistana Siûdî, Yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de