09:47 19 Hezîran 2018
Filistîn

Îsraîlê dîsa êrişî Xezzeyê kir: Kuştî û birîndar hene

© REUTERS / Mussa Qawasma
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku di encama êrişa artêşa Îsraîlê ya li hemberî Xezzeyê de welatiyekî filistînî canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Berdevkê Wezareta Tendirustî yê Xezzeyê Eşref el-Kudra di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Di encama êrişa artêşa Îsraîlê ya top û hawanan de li sînorê başûrê Xezzeyê ciwanê 25 salî yê bi navê Muhammed Ehmed er-Radî canê xwe ji dest da û welatiyek din jî birîndar bû."

Ji aliyê din ve li gor çavkaniyên herêmî, artêşa Îsraîlê li nêzî sînorê bajarê Beyt Lahiyayê noqteyên çavdêr ên aîdî Izedin el-Qessama baskê leşkerî yê Hemasê hedef girtine.

Derbarê êrişan de hê ji meqamên îsraîlî tu daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Bi heman mijarî:

Pêşniyara nasîna ‘Qira Ermanan’ ji Parlamena Îsraîlê hat vekişandin
‘Berpirsên îstîxbaratî yên Îran û Îsraîlê li Urdinê civînek li dar xistin'
Îsraîlê bi tankan li Şerîda Xezzeyê xist: 2 filistînî mirin
Ji Îsraîlê bi ser Xazzeyê ve êrîşa hewayî
‘Îsraîlê li hêzên îranî yên Yemenê xist’
Welatekî misliman qedexe danî ser welatiyên Îsraîlê
Etîketan:
Îsraîlê dîsa êrişî Xezzeyê kir, Filistîn, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de