19:09 23 Hezîran 2018
Dêra Zorê

‘Dibe ku êrîşa li dijî leşkerên rûsî, milîtananên di bin kontrola amerîkayê de pêk anîbin'

© AFP 2018 /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Komîteya Parastinê ya beşê jêrîn ê parlamentoya Rûsyayê, Dûmayê, Vladîmîr Şamanovî got ku dibe ku êrîşa li Dêra Zora Sûriyê ku 4 leşkerên rûsî mirin, milîtananên ji herêma Tenefê ya di bin kontrola Hevpeymaniya ku pêşenegiya wê Amerîkayê dike pêk anîbin'

Şamanov ji medya rûsî re axift, "dibe ku êrîşa li Dêra Zora Sûriyê ku 4 leşkerên rûsî miribûn û 3 jî birîndar bûbûn, milîtananên ji herêma Tenefê ya di bin kontrola Hevpeymaniya ku pêşenegiya wê Amerîkayê dike pêk anîbin. Lewra em dizanin ku muxalefeta ne tundrew di xirakirina îstîqrarê de faktorek e û em dizanin û îhtimala ku provokasyonek pêk anîbin ne l iderveyî îhtimalan e."

Parlementerê rûsî desnîşan kir ku bi vê pêşketinê re li ‘herêmên grî' li xaka Sûriyê herêmên bêîstiqrar derdixe holê û got ji bo misogerkirina serweriya Sûriyê li van herêman dê gavên pêwist bêne avêtin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê duhî daxuyandibû ku di encama êrîşa milîtanan a li bajarê Dêra Zorê de 4 şêwirmendên leşkerî yên Rûsyayê mirine, 3 jî birîndar bûne.

Bi heman mijarî:

Hat îdiakirin ku ‘Hevpeymaniyê li Dêra Zorê êrişî baregehên Artêşa Sûriyê kiriye'
HSD: Operasyona li Dêra Zorê ji nû ve dest pê dike
Emîrê Dêra Zorê jî di nav de 3 DAIŞî li Îzmîrê hatin desteserkirin
Amerîka baregeha leşkerî li Dêra Zorê ava dike
Şaredariya Maltepe: Wesayita şaredariyê çawa çûye Dêra Zorê em nizanin
Etîketan:
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Daxıuyanî, Şamanov, Sûriye, Dêra Zorê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de