19:13 23 Hezîran 2018
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû 100 hezar belgeyên nepen ên bernameya nukleerî yên îranê eşkere kirin

Netanyahû: Nabe ti hebûneke Îranê li Sûriyeyê hebe

© REUTERS / Amir Cohen
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahûyî got ku nabe hebûneke leşkerî ya Îranê li li ti devera Sûriyeyê hebe.

Piştî ku Rûsyayê ragihand ku divê tenê hêzên Artêşa Sûriyeyê, sînorên Îsraîl û Urdunê kontrol bikin, Îsraîlê îro ji Îranê xwest ku hebûna xwe ya leşkerî li wir nehêle.

Netanyahûyî ji koma xwe ya Parlamentoya Îsraîlê re got, "helwesta me li ser Sûriyeyê zelal e. Em bawer dikin ku ti cih ji ti hebûneke leşkerî ya Îranê re li ti devera Sûriyeyê tine."

Hêjayî gotinê ye ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî îro bersiva pirsyara derbarê hebûna Îsraîl û hêzên din ên li başûrê Sûriyeyê de jî axift û got, "ji bilî hêzên artêşa Sûriyeyê, divê hemû hêz vekişin. Divê tenê hêzên artêşa Sûriyeyê li ser sînorê Îsraîlê bin."

Bi heman mijarî:

Nûnerê Serokê Olî yê Îranê: Em dikarin Îsraîlê ji nav bibin
‘Amerîkayê peywira êrîşa Sûriyê da Îsraîlê’
Sûriye: Êrîşa Îsraîlê bertekeke nerasterast ji serkeftina me ya dijî terorê re ye
Sê îranî di êrîşa Îsraîlê ya li ser baregeha Sûriyeyê de hatin kuştin
Yekîtiya Ewropayê Îsraîlê hişyar kir
‘Piştî Siûdî gellek dewletên Ereb wê pêwendiyan bi Îsraîlê re deynin'
Corbyn bertek da Îsraîlê: Tiştên diqewimin dehşet e
Etîketan:
Benyamîn Netanyahû, Sergey Lavrov, Sûriye, Îsraîl, Rûsya, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de