20:22 20 Hezîran 2018
Muhammed Bin Selman

Prens Bin Naîf: Muhammed Bin Selman di bûyera Xezamiyê de birîndar bû

© AFP 2018 / FAYEZ NURELDINE
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Prensê welîahd ê Erebistana Siûdî yê berê Muhammed bin Naîf ragihand ku prens Muhammed bin Selman di bûyerên Xezamiyê de birîndar bû, lê niha rewşa wî baş e.

Nêzîkî mehekê ye prensê welîahd ê Erebistana Siûdî Muhammed Bin Selman dernakeve pêşberî kamerayan. Li gor îdîayan Bin Selman di bûyera Xezamî ya şeva 21ê Nîsanê de ku li nêzî Qesra Qraliyetê pêk hatibû de rastî êrişê hat. Heta di dema serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo de jî derneket pêşberî kamerayan.

Li gor nûçeya IRIBê, Prensê welîahd ê Erebistana Siûdî yê berê Muhammed bin Naîf li ser hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê peyamek parve kir û got: "Dîmên aîdî Muhammed Bin Selman ku berê hatibû parvekirin ê berê ne. Nûçeyên ku dibêjin Bin Selman di êrişê de birîndar bûye rast e, lê niha rewşa wî baş e."

Bi heman mijarî:

Qetar, marqeyên Erebistana Siûdî, Misir, Îmarata Erebî û Bahreynê qedexe kirin
6 leşkerên Ertebistana Siûdî hatin kuştin
Milîsên husî dîsa bi moşekên balîstîk êrişî Siûdî kir
Prensê Siûdî wê ji berîka xwe deynê hemû tîmên futbolê bide
Hizbullah: Normalîzebûna Siûdî û Îsraîlê tehdîda herî mezin e
Etîketan:
Prensê Siûdî, Muhammed Bin Selman, Erebistana Siûdî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de