16:56 23 Hezîran 2018
Girê Golanê-Leşkerên Îsraîlê

Îsraîlê bi tankan li Şerîda Xezzeyê xist: 2 filistînî mirin

© Sputnik / Amir Cohen
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Îsraîlê bi tankan Şerîda Xezzeyê da ber guleyan û di encamê de 2 kesên filistînî mirin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Xezzeyê Eşref El Kîdra ji bo Sputnikê axivî û got, di êrîşa tankên Îsraîlê ya li dijî Şerîda Xezzeyê de noqteya çavdêriyê ya li rojhilatê Deriyê Sînor ê Refahê bû hedef.

Kîdra destnîşan kir ku ew tesîs ya baskê çekdar ê Hamasê ye û ragihand ku di encama wê êrîşê de 2 filistînî mirin.

Artêşa Îsraîlê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de got, filistîniyan madeyên teqînê li ser sînor bi cih dikirin û ji ber vê yekê jî tankan teqe reşandin.

Bi heman mijarî:

Ji Îsraîlê bi ser Xazzeyê ve êrîşa hewayî
‘Îsraîlê li hêzên îranî yên Yemenê xist’
Îsraîlê êrîşê balafirxaneyeke Îranê kir: Gelek kes mirin û birîndar bûn
Îsraîl, li Şerîaya Rojava plana avakirina jîngehekê dike
Îsraîl: Sîstema hewayî ya Sûriyeyê bi 100 moşekî bersiva balafirên me da
Etîketan:
tank, Artêşa Îsraîlê, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Xezzeyê, Eşref El Kîdra, Xezze
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de