01:33 23 Hezîran 2018
Polêsen Îsraîl

Girtina dîmenên leşkerên îsraîlî wê sûc bê qebûlkirin

© Foto : AFP 2015/ JAAFAR ASHTIYEH
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Li Îsraîlê biryarnameyeke ku girtina dîmen û vîdeoyên leşkerên Îsraîlê wekî sûc qebûl dike ji bo parlamentoyê hat pêşniyarkirin.

Li gorî rojnameya Hayomê ku li Îsraîlê weşanê dike, serokê grûba Yisrael Beyteynu Robert Ilatov biryarnameyekê ku vîdeokişandina leşkerên Îsraîlê wek sûc qebûl dike pêşniyarê parlementoyê kir. Tê gotin ku Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman jî piştgiriya vê biryarnameyê dike.

Li gorî biryarnameya ku hatiye pêşniyazkirin, dema li ser kar vîdeo an jî dîmenên leşkerên Îsraîlê bê girtin, ew kesên ku dîmen girtine wê bi 5 salan cezayê hepsê bên cezakirin. Lê eger ku niyeta wî kesê zerardayina dewleta îsraîlê be wê heta 10 salan ceza bixwe.

Bi heman mijarî:

Îsraîl, li Şerîaya Rojava plana avakirina jîngehekê dike
Îsraîl: Sîstema hewayî ya Sûriyeyê bi 100 moşekî bersiva balafirên me da
Îsraîl: Em helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî balyozê me qebûl nakin
Etîketan:
îsraîl, dîmen, leşker, îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de