00:48 20 Hezîran 2018
Angela Merkel û Selman bîn Abdulazîz El Siûd

'Hevkariya bi şîrketên almanan re hat rawestandin'

© Sputnik / Bandar Algaloud / Suudi Kraliyeti
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li gor nûçeya kovara Spiegelê Erebistana Siûdî, bi şîrketên alman re hevkariya xwe rawestand. Tê payin ku Riyad ji ber polîtîkaya Rojhilata Navîn a Almanyayê ev biryar stendiye.

Kovara heftane Spiegel ya ku ji Almanyayê weşanê dike di nûçeyek xwe de eşkere kir ku Erebistana Siûdî, ji ber polîtikaya Rojhilata Navîn a Almanyayê bi şîrketên alman re hevkariya xwe rawestand.

Di nûçeya kovarê de hat bibîrxistin ku Prens Mûhammed bîn Selman telîmat daye hikumetê. Herwiha hat gotin herî zêde şîrketên wek Siemens, Bayer û Boehringer ku bi Wezareta Tenduristiyê ya Erebistana Siûdî re hevkariyê dikin dê ji biryarê bandordar bibin.

Herwiha ji aliyê din ve jî derbarê mijarê de Berdevkê Daîmiyan bersivên pirsên ajansa Reutersê da û got ku em nikarin nûçeya Spiegelê piştrast bikin.

Bi heman mijarî:

Erebistan Siûdî ji bo Bexda û Beyrûdê balyoz tayin kirin
Erebistan: Dorpêçiya li ser Qeterê heta daxwazên me bicih neyên dê dewam bike
Etîketan:
hevkarî, kovar, Spiegel, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de