10:34 24 Hezîran 2018
Hêzên girêdayî YPG - HSDê

Hevpeymaniyê ji bo HSDê: Em ê li ser piştgiriya van şervanên wêrek berdewam bin

© AFP 2018 / Delil Souleiman
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bersiva pirsyarekê derbarê têkbirina DAIŞê li Sûriyeyê da û got, "Hevpeymanî dê li ser piştgirtina ewlehiya bakurê rojhilata Sûriyeyê berdewam be û dê piştgiriyê bide xebatên pêkanîna istiqrarê ku sivîl pêşengiya wê dike da ku misoger bikin ku DAIŞ bi awayekî mayinde têk biçe".

Hatirbû ragihandin ku Cîgirê Fermandarê Stratejî û Piştgiriya Tîma Hevkariyê ya Hevpeymaniyê Felix Gedney roja çarşemê dê bersiva pirsyarên derbarê operasyona li dijî DAIŞê li ser Twitterê bide û xwestibû ku taga "#askmajgengedney" (ji Fermandar General Gedney bipirse) bi kar bînin.

​Hinek pirsyar û bersivên hatine kirin wiha ne:

Gelo hûn destwerdana Tirkiyeyê li dijî bibandortirîn û pêbawertirîn hevparê wê yê şerê DAIŞê li Sûriyeyê çawa dinirxînin?

Tirkiye di hevpeymaniyê de endameke hêja ye û armanca me û wan yek e ku ew jî têkbirina DAIŞê ye. Hevpeymaniyê navdewletî dê li ser piştgirtina HSDê di şerê li dijî DAIŞê de berdewam be.

​Gelo hevpeymanî dê piştî têkbirina DAIŞê li Dêra Zorê ji Sûriyeyê vekişe?

Hevpeymanî dê li ser piştgirtina ewlehiya bakurê rojhilata Sûriyeyê berdewam be û dê piştgiriyê bide xebatên pêkanîna istiqrarê ku sivîl pêşengiya wê dike da ku misoger bikin ku DAIŞ bi awayekî mayinde têk biçe".

​Piştî têkbirina DAIŞê li Dêra Zorê, peywira hevpeymaniyê dê piştî dê bo qonaxa piştî DAIŞê berdewam bike û dê HSD ji gefên derveyî yên din biparêzin?

Têkbirina DAIŞê dê xwe bispêre ewlekirina herêmên rizgarkirî û xebatên pêkanîna istqrarê. Hevpeymanî dê alîkariyê bide da ku hêzên ewlehiyê yên navxweyî çêbibin û piştgiriyê bidin pêkanîna istiqrara sivîl.

We li Efrînê çima îxanet li HSDê kir û destûr da Tirkiyeyê li wê herêmê paqijiya etnîkî bike û wê radestî Qaîdeyê bike.

HSD nîşan da ku di şerê DAIŞê de hevparekî pabend û gelekî bibandor  e. Di vê dema ku sûriyan azad dikin û cîhanê ji vê gefa terîstan a xerab xelas dikin, em dê li ser xebata li gel van şervanên wêrk berdewam bin.

 

Bi heman mijarî:

Fermandarê HSDê: Eger êrîş nesekinin, em ê hemû hêzên xwe bişînin Efrînê
RT: Karwaneke mezin a HSDê gihişt Efrînê
HSDê hejmara wendahiyên di şerê Efrînê de daxuyand
Hevpeymanî: Operasyona li dijî Efrînê bala HSDê ya ku li dijî DAIŞê têdikoşe belav kir
Medya Îranê: Gelê Reqayê li hemberî HSDê serî hilda
Fermandarê HSDê: Amerîka hêza xwe ya taybet şand Minbicê
Etîketan:
HSD, DAIŞ, Felix Gedney, Dêra Zor, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de