15:43 19 Hezîran 2018
Hêzên ewlehî

Li nêzî fuara pîşesaziyê êrişa bombeyî: 6 kuştî û 20 birîndar

© AFP 2018 / Mahmud Turkia
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li bajarê Bîngazî yê Libyayê li nêzî fuara pîşesaziyê êrişa bombeyî pêk hat. Di encama êrişê de 6 kes hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.

Berdevkê Midûriyeta Ewlehî yê girêdayî Meclisa Nûnerên Navendî ya Tobrukê Tariq el-Heraz di axaftina xwe ya çapemeniyê de got: "Li navenda bajarê Bîngaziyê li ser cadeya Cemal bi wesayîta bombebarkirî êrişêk pek hat. Di encama êrişê de yek jê zarok 6 kesan canê xwe ji dest da û hêrî kêm 20 kes jî birîndar bûn.

Tariq el-Heraz di berdewamiya axaftina xwe de got: "Êrişa bombeyî li nêzîkî Fuara Pîşesaziya Hûnerên Sûriyeyê ya Navneteweyî ku ji aliyê heyeteke sûriyeyî ve dihat lidarxistin pêk hat. Rêxistinên terorîst ku êriş pek anîn dixwazin peyama ku Bîngazî ne biewle belav bikin. Lêpirsîna derbarê teqînê de dewam dike."

Heta niha tu kes an jî rêxistinên radîkal berpirsyariya êrişa bombeyî negirtiye ser xwe.

Bi heman mijarî:

Li Libyayê teqîn: 2 ji wan sivîl 8 kes mirin
Lavrov: Wek Libyayê li Sûriyeyê nekevin nava macerayan
Qedafî namzediya xwe ya Serokatiya Libyayê ragihand
Îmhakirina çekên kîmyewî yên Libyayê qediya
Li Libyayê şer: Herî kêm 9 mirî 21 birîndar
Etîketan:
Li Bîngaziyê êrişa bombeyî, Tariq el-Heraz, Bîngazî, Libya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de