01:23 20 Hezîran 2018
Serokwezîrê Libnanê Saed Herîrî li Bêrûdê dengê xwe bi kar anî.

Serokomarê Libnanê peywira damezirandinê ya hikumetê da Herîrî

© REUTERS / Jamal Saidi
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomarê Libnanê Mişel Aun, peywira damezirandinê ya hikumeta wî welatî da Serokwezîr Sead Herîrî.

Di daxuyaniya niviskî ya Serokomariya Libnanê de hat diyarkirin ku Serokomar Aun, piştî ku bi 128 parlamenteran şêwirî ji bo damezirandina hikumetê û lîjneya wê Serokwezîr Saed Herîrî peywirdar kir.

Hat destnîşankirin ku di dengdana li parlamentoyê de 111 parlamenteran piştgirî da Herîrî, 17 parşlamenteran jî dengê na bi kar anîn, ku 13 van parlamenterên ‘Bloka Wefa ya Berxwedanê' ya baskê siyasî yê Hîzbûllahê bûn.

LI EREBISTANA SIÛDÎ DEV JI SEROKWEZÎRIYÊ BERDABÛ

Serokwezîrê Libnanê Herîrî di 4ê Mijdara 2017a de li bajarê Riyadê yê paytexta Erebistana Siûdî daxuyandibû ku wî dev ji peywira serokwezîriyê berdaye û gotibû, "Hîzbûllah û Îran bêaramiyê li herêmê belav dikin û dibe ku li hemberî min sûîqesdê bikin."

Serokomarê Libnanê Mişel Aun jî piştî vê daxuyaniya îstifayê ya Herîrî gotibû, "Em ji rewşa Herîrî bi fikar in. Divê ew vegere Libnanê û hincetên îstifaya xwe ragihîne. Heta ku vê yekê neke, îstifaya wî nayê qebûlkirin."

Herîrî 17 rojan piştî daxuyaniya xwe ya îstifayê, di 21ê Mijdarê de vegeriyabû Libnanê û di 22yê Mijdarê de gotibû, "Ez mijara îstifayê bi Serokomar Aun re axivîm. Aun xwest ez îstifaya xwe rawestînim û hîn zêde bişêwirim. Min daxwaza Aun qebûl kir."

Bi heman mijarî:

Di hilbijartinên Lubnanê de tifaqa Hizbullah-Emel derketin pêş
Serokomarê Lubnanê piştî rûxana Sedam cara yekem serdana Iraqê kir
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê geh li Lubnanê xwar: ‘Beyrût wê hemû bikeve penagehan’
Balyozê Rûsî yê li Lubnanê: Dibê ku em rewşa li Lubnanê bibin KENYê
ENKS: Rêkeftina Hizbûllaha Lubnanê û DAIŞê metirsdar e
Etîketan:
peywira damezirandinê ya hikumetê, Serokwezîrê Libnanê, Serokomarê Libnanê, Mişel Aun, Saed Herîrî, Libnan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de