09:58 19 Hezîran 2018
Avakirina înşaetên nû ji bo cihûyan

Îsraîl, li Şerîaya Rojava plana avakirina jîngehekê dike

© AP Photo / Bernat Armangue
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Avigdor Liberman eşkere kir li Şerîaya Rojava ya dagirkirî 3900 avahî wê çêbibin û jîngehek nû ya ji cihuyan dê li herêmê bê avakirin.

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Avigdor Liberman di parvekirina li ser hesabê xwe yê twitterê de got ku hefteya pêş bo 2500 avahiyan em ê ji Komîteya Plansaziya Herêmê destûrê bixwazin paşê bo 1400 avahiyan em ê cardin serî li komîteyê bidin.

Liberman di daxuyaniya li ser twitterê de navê Şerîaya Rojava yên Tevratê 'Judea û Samaria' bikaranî.

Mijara jîngehên cihuyan pirsgirêka herî mezin ya di navbera Îsraîl û Filistînê de ye. Ji aliyê din ve di navbera herdu dewletan de ji sala 2014an û vir de hevdîtinên aştiyê hatin rawestandin.

Bi heman mijarî:

Liberman parlamenter tehdîd kirin: Hûnê bedela wê bidin
Liberman bangî Esad kir: Îraniyan ji Sûriyeyê biqewirînin
Parlamentoya Îsraîlê erka îlankirina şer da Netanyahu û Liberman
Liberman pesnê Salah da: Divê demildest bo artêşa Îsraîlê bê kirêkirin
Etîketan:
şerîa, jîngeh, avahî, xezze, Avigdor Liberman, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de