09:45 23 Hezîran 2018
Moşek

Milîsên husî dîsa bi moşekên balîstîk êrişî Siûdî kir

© AP Photo /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku dîsa milîsên husî bi moşeka balîstîk êrişî Erebistana Siûdî kir û moşek ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hat îmhakirin.

Li gor nûçeya televîsyona dewleta Siûdî ya El Ahbariyeyê, milîsên husî ji Yemenê moşekeke balîstîk avêtin bajarê Cazan ê Erebista Siûdî û moşek ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hat îmhakirin.

Televîzyona El-Mesîra ya aîdî rêxistina husiyan jî di nûçeya xwe de ragihand ku milîsan moşeka balîstîk a bi modela Bedr-1ê avêtine limana bajarê Cazanê.

Ev cara sêyemîn e ku milîsên husî di meha Remezanê de bi moşekên balîstîk êrişî Siûdî dike.

Ji Adara 2015an ve ku Erebîstana Siûdî li Yemenê tevlî Koalîsyona Erebî bûye û şer dike husiyan heta niha 143 moşek avêtine Siûdî.

Bi heman mijarî:

Milîsên husî êrişî sivîlan kir: 5 kuştî û 20 birîndar
Serokê husî Siûdî û Îmarat tehdîd kir: Bila welatî ji navendên leşkerî dûr bibin
El Husî: Moşekên me yên balîstîk digihîjin qesra Qral Selman
Şerê husî û hevalbendên Salih gur bû: Bi 10an kuştî
Li Yemenê di navbera husî û artêşê de şer: 38 kuştî
Etîketan:
Milîsên husî, Siûdî, Yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de