06:59 22 Hezîran 2018
Hevserokê PYDê Salih Muslim

Salih Muslim: Bila hemû kurdistanî li dijî dewleta tirk dakevin qadan

© AFP 2018 / JACQUES DEMARTHON
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Endamê Komîteya Peywendiyên Dîplomasiyê yê TEV-DEMê Salih Muslim bang li kurdan kir ku li dijî dewleta Tirkiyeyê û kirinên wê dakevin qadan. Muslim derbirî ku dewleta Tirkiyeyê li dibistanan zimanê kurd3i bi tevahî qedexe kiriye.

Li gorî agahiyên malpera PUKMEDIAyê Endamê Komîteya Peywendiyên Dîplomasiyê yê TEV-DEMê Salih Muslim îro daxuyaniyeke çapemeniyê da û di wê daxuyaniya xwe de bang li kurdan kir û got, "Bila hemû kurdistanî ji bo piştgiriya Efrînê di 26ê Gulanê de li tevahiya cîhanê dakevin qadan û dewleta tirk şermezar bikin."

Salih Muslim destnîşan kir ku li hemû cîhanê, li welatên wekî Japonya û Kanadayê jî dê ji bo piştgiriya Efrînê çalakî werin lidarxistin.

Muslim anî ziman ku dewleta Tirkiyeyê Efrîn dagir kiriye û demografiya wê diguherîne û ji bo vê yekê dewleta tirk şermezar kir. Berpirsê TEV-DEMê got, "Nêzikî 200 malbatên ji Efrînê niha li kampên penaberan di rewşên pir zehmet de debara xwe dikin. Ji ber kêmasiya tiştên pêwîst, derman, xwarin û vexwarinê gelek nexweşî li kampê peyda bûne û ev jî hemû ji ber bêdengiya civaka navdewletî pêk tên."

Salih Muslim herwisa derbirî ku dewleta Tirkiyeyê Efrînê wekî beşeke ji axa xwe hesab dike û got, li dibistanên Efrînê bi zimanê tirkî dipeyivin û zimanê kurdî li Efrînê bi tevahî qedexe kiriye.

Bi heman mijarî:

Di doza protestoya operasyona Efrînê de 13 kes hatin tehliyekirin
Çekdarên ASAyê bertîlê ji kesên ku dixwazin vegerin Efrînê dixwazin
Li bajarokê Mabeta ya Efrînê teqîn: Kalê 65 salî canê xwe ji dest da
Salih Muslim li Parlementoya Konseya Ewropayê axivî: Tirkiye bi xwe re texrîbat anî
Tirkiyê ji bo Salih Muslim şermezarî da Konseya Ewropayê
Etîketan:
Endamê Komîteya Peywendiyên Dîplomasiyê yê TEV-DEMê, Salih Muslim, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de