01:02 20 Hezîran 2018
Ambulans - Pakistan

Ji ber germahiya zêde 65 kes mirin

© AP Photo / Mohammad Sajjad
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat diyarkirin ku li bajarê Karaçiyê yê li başûrê Pakistanê di 3 nav rojên dawiyê de 65 kes ji ber germahiya zêde mirin.

Li welatê Pakistanê pileya germahiyê herku diçe zêdetir dibe û dibe sedema mirina gelek kesan.

Li gorî agahiyên çapemeniya Pakistanê Serokê Weqfa Edhî Faysal Edhî aniye ziman k udi 3 rojên dawiyê de 114 hatine morga weqfê, ku 65 kesên mirî yên ji wan ji ber germahiya zêde jiyana xwe ji dest daye.

Ligel vê yekê hat gotin ku temenê kesên ji ber germahiya zêde mirine, zêdetir 6 salî û 78 salî ye.

Hat destnîşankirin ku li bajarê Karaçiyê yê Pakistanê pileya germahiyê ji ber nemê heta 78 dereceyan jî derdikeve.

Bi heman mijarî:

Li Pakistanê li dijî baregeha leşkerî êrîşa bombeyî: 11 mirî
Pentagonê alîkariya leşkerî ya 900 milyon dolaran bo Pakistanê rawestand
Li Pakistanê keçeke 7 salî rastî destdirêjiyê hat û hat kuştin
Amerîkayê şandina alîkariyên bo Pakistanê rawestand
Artêşa Pakistanê: Pêdiviya me bi pereyên Amerîkayê nîne
Etîketan:
germahiya zêde, Serokê Weqfa Edhî, Faysal Edhî, Pakistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de