00:47 18 Hezîran 2018
Hemas

Hemas: Têkiliyen me bi Îran û Hizbullahê re gelekî xurt in

© REUTERS / Ibraheem Abu Mustafa
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Berpirsê siyasî yê Hemasê li Xezzeyê Yehya El Sînwar di axaftina xwe de ragihand ku têkiliyên me bi Îran û Hizbullahê re gelekî xurt in.

Berpirsê siyasî yê Hemasê li Xezzeyê Yehya El Sînwar di axaftina xwe ya televîzyona el-Meyadîn de got: "Eger Îsraîl êrişî Xezzeyê bike wê êrişên suprîzî yên Hemasê jî ji bo hebin."

Yehya El Sînwar di berdewamiya axaftina xwe de got: "Têkiliyên Tevgera Hemasê bi Hizbullahê re gelek baş in û herdu alî her roj di nava pêwendiyê de ne. Têkiliya me bi Îranê jî pir germ, saxlem û xurt e. Îranê piştî êrişa 2014an a Îsraîlê piştgiriya amûrên leşkerî, aborî û şêwirmendî ji Hemasê kêm nekiriye."

El Sinwar di dirêjiya axaftina xwe de ji bo Meşa Vegera Mezin got: "Di vê mijarê de bi tu kesî re peyman nehatiye kirin û hetanî hedef bi temamî bi cih neyên meşên vegerê wê dewam bikin."

Bi heman mijarî:

Hemas: Hetanî Filistîn were rizgarkirin em ê çalekiyên xwe bidomînin
Ebbas aciz bû: Hemas dixwaze bi me re an bi Îranê re li hev bike
Hemas: Îsraîl bicihbûna derqanûnî, li dijî lîderên ereb radibe
Îsraîl li Hemas da
Etîketan:
Hizbullah, Hemas, Yehya El Sînwar, Filistîn, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de