22:56 21 Hezîran 2018
Balafir

Îsraîl: Sîstema hewayî ya Sûriyeyê bi 100 moşekî bersiva balafirên me da

© REUTERS / Amir Cohen
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Fermandarê Hêza Hewayî yê Îsraîlê Amikam Norkin di axaftina xwe de ragihand ku şeva 10ê Gulanê sîstema hewayî ya Sûriyeyê zêdeyî 100 moşekî avête balafirên me.

Fermandarê Hêza Hewayî yê Îsraîlê Amikam Norkin di axaftina xwe ya konferansa Hertsliyayê de ku Fermandarên Hêza Hewayî yên 20 welatan tevlî bibûn de got: "Li hemberî balafirên me yên şer ji bejê bo hewayî zêdetirî 100 moşek hatin pekandin."

Amikam Norkin di berdewamiya axaftina xwe de got: "Êrişa hewayî bersivdayîna êrişa moşekî ya hêzên Îranê li hemberî hedefên Îsraîlê yên Çiyayê Golanê bû. Ji 32 moşekên ku hêzên îranî pekandin 4 jê li hewayê hatin îmhakirin û yên din jî negihîştin sînor."

Balafirên Îsraîlê ku li hemberî hedefên Îranê operasyon li dar xistibûn, bê zirar vegeriyabûn baregehên xwe. Balafiran ji xeyrî hedefên Îranê sîstema hewayî ya Sûriyeyê Pantsir û Bukê jî hedef girtibû.

 

 

Bi heman mijarî:

Hizbullah: Normalîzebûna Siûdî û Îsraîlê tehdîda herî mezin e
Îsraîlê ji Golanê dîsa êrişî Kuneytrayê kir
'Îktidar li Stenbolê li dijê Îsraîlê mîtingê dike li Mêrsînê pê re ticaretê dike'
Balyozê Sûriyê: Em êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê wek êrîşkarî dibînin
Îsraîlê hemwelatiyên xwe bo çûna Tirkiyeyê hişyar kir
Etîketan:
Fermandarê Hêza Hewayî yê Îsraîlê, Amikam Norkin, Sûriye, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de