00:45 20 Hezîran 2018
Afganistan

Wesayîta bombebarkirî di tîmê pûçkirina bombeyan de teqiya: 16 kuştî û 40 birîndar

© REUTERS / Parwiz
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarê Kandahar ê Afganistanê wesayîta bombekirî di tîma pûçkirina bombeyan de teqiya, di encamê de 16 kes hatin kuştin û 40 jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên berdest, li herêma Kandvalî ya bajarê Kandaharê ku dikeve bakurê Afganistanê wesayîta bombekirî di tîma pûçkirina mayînan de teqiya. Di encama teqînê de hêzên ewlehî jî di nav de 16 kes hatin kuştin û 40 jî birîndar bûn.

Berdevkê Walîtiya Kandaharê Dawud Ehmedî di axaftina xwe ya çapemeniyê de got: "Hêzên ewlehî wesayîta bombebarkirî ferq kirin û dema tîmên pûçkirina bombeyan gihîştin cihê bûyerê teqîn pêk hat. Di encama teqînê de hêzên ewlehî jî di nav de 16 kesan canê xwe ji dest da û 40 jî birîndar bû. Rewşa hinek birîndar giran e û metirsiya ku hejmara miriyan zêde bibe heye."

Li gor daxuyaniya Dawud Ehmedî piştî bûyerê hemû rêyên çûnûhatinê ji trafîkê re hatine girtin û bi dijwariya teqînê gelek kargehên herêmê zirarek mezin dîtine.

Bi heman mijarî:

Vê carê jî şape li Afganistanê rabû
Li paytexta Afganistanê teqîneke bihêz çêbû
Li Afganistanê 3 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest da
Kabulov: Hejmara milîtanên DAIŞê yên li Afganistanê 10 hezarî derbas bûye
Li Afganistanê êrîşî mizgeftê kirin: Herî kêm 20 kes mirin
Etîketan:
Li Afganistanê êrişa bombeyî, Kandahar, Afganistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de