05:47 21 Hezîran 2018
Veliaht Prens Muhammed bin Selman

Prensê muxalif: Qral Selman ji îqtidarê bixin

© AFP 2018 / Fayez Nureldine
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Prensê muxalif Halid bin Ferhan deng li herdu kurên Qral Selman kir û got: Rêvebiriya Selman ya dûrê aqil, bêdenge û ehmeq idî nema baş bibe, qral bixin û qraliyetê rizgar bikin.

Prensê muxalif Xalid bin Ferhan di derbarê rewşa Erebistana Siûdî de ji rojnameya Middle East Eyê re axivî. Prens Ferhan deng li Prens Ahmed bin Abdulaziz û Prens Mukrin bin Abdulaziz kir da ku Qral Selman ji text de bixin û Qraliyeta Erebistina Siûdî xelas bikin. Ferhan îdia kir ku rêvebiriya Qral Selman êdî ji aqil dûr ketiye û ehmeqane tev digere.

Ahmed û Mukrin herdu jî kurên damezrînerê qraliyeta Erebistana Siûdî Qral Ebdulezîz in. Herdu kur jî namzetê Qraltiyê bûn. di 2017an de Qral selman kurê xwe yê 33 salî Muhammed bin Selman ji xwe re kir velîaht û rêvebiriya Erebistana Siûdî ket destê Muhammed bin Selman. bi vê awayê Li Erebistana Siûdî yekem car Qraliyet ji zarên Qral derbasê nebiyê Qral bû.

Bi heman mijarî:

‘Prensê Siûdî Muhammd Bin Selman bi du guleyan hat kuştin'
Pûtîn û Qral Selman Sûriye nirxandin
El Husî: Moşekên me yên balîstîk digihîjin qesra Qral Selman
Erdogan û Qralê Erebistanê Selman hevdîtin pêk anî
Etîketan:
derbe, qral selman, Erebistana siûdî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de