09:47 23 Hezîran 2018
minbic-şer

Hêzên Hevpeyman ji HSDê re: Em soz didin ku li Minbicê we li ji hemû êrîşan biparêzin

© REUTERS/ RODI SAID
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Hêzên Hevpeyman serlêdana bajarê Minbicê kirin û bi Meclisa Leşkerî ya Minbicê re civiyan. Di derbarê naveroka serlêdanê de serokê meclisê Ebu Adil got ku “Hêzên Hevpeyman soz dan me ku wê Menbicê biparêzên.”

Hikmet Durgun

Li gorî agahiyên ku peyamnêrê Sputnikê bi dest xistin piştê ku Tirkiyê û hêzên ASAyê ketin Efrînê Amerîka jî tevgerên xwe yên li Minbicê zêde kir. Amerîka li aliyekî sewqiyata leşker û çekan ji bo Minbicê dike, li aliyekî jî Hêzên Hevpeyman yên di pêşengiya Amerîkayê de serlêdana bajarê Minbicê dikin û bi Meclisa Leşkerî ya Minbicê re dicivin.

Navenda Çapemeniya Meclisa Minbicê serlêdanê piştrast kir û got: Li Minbicê Hêzên Koalîsyona dijê DAIŞê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê civînekê li dar xisitin.
Hat ragihandin ku di civînê de li ser navê wezareta derve yê Amerîkayê William Warbek û generalê amerîkî Jimmy Gerard bi serokê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebu Muhammed Adil û berdevkê meclisê Şervan Dewrêş re civiyan. Di hevdîtinê de Jimmy Gerard tîne ziman ku "em ê di Menbicê de bimînin û herêmê li hember hemû êrîşan biparêzên."

Herwiha di derbarê parastina gelê sivîl yên herêmê de jî biryar dane ku bi hev re tevbigerin.
Serokê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebu Adil di derbarê naveroka hevdîtinê de ji Sputnikê re ragihand ku "me bi leşkerên Hêzên Hevpeyman re hevdîtin kir û di hevdîtinê de soz dan me ku wê Minbicê biparêzên."

Minbic di 12 Tebaxa 2016an vir de di destê Hêzên Sûriya Demokratîk de ye û herwiha li Minbicê 2 yên Amerîka 1 jî yê Fransayê bi tevahî sê baregehên leşkerî hene.

Bi heman mijarî:

‘HSD bi artêşa Iraqê re amadekariya operasyona hevbeş dike’
HSD: Hevpeymaniyê soz daye ku herêmên me ji Tirkiyeyê biparêze
HSD: Operasyona li Dêra Zorê ji nû ve dest pê dike
HSD: Me gundên li rojhilata Çemê Firatê ji artêşa Sûriyeyê stendin
Etîketan:
hêzên hevpeyman, hsd, minbic, Minbicê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de