13:29 23 Hezîran 2018
Bareheke amerîkî - Asaliya, Minbic

'Piştî têkbirina DAIŞê jî, Amerîka venakişe'

© AFP 2018 / Delil SOULEIMAN
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Rojnamevanê holendî Wladimir van Wilgenburgî li ser ihtimala vekişîna Amerîkayê ji herêmên di bin kontrola HSDê de yên li rojhilatê Firatê nivîsî û diyar kir ku "piştî têkbirina DAIŞê li Dêra Zorê, ihtimaleke dûr e ku Amerîka ji Sûriyeyê vekişe.

Yekê Gulanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) ragihand ku operasyona li dijî DAIŞê ya li Dêra Zorê ji nû ve dest pê dike, piştî ku ji ber operasyona Tirkiyeyê û komên pê re li ser Efrînê rawestiyabû. Destpêkirina operasyonê careke din pirsyarek anî rojevê, gelo Amerîka piştî têkbirina DAIŞê dê ji Sûriyeyê vekişe yan na.

Rojnamevanê holendî Wladimir van Wilgenburgî derbarê mijarê de nivîsî û bi bîr anî ku operasyona HSDê ya li dijî DAIŞê ji ber operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê rawestiyabû û gotina Cîgirê serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Akdagî bi bîr tîne ku gotibû, dê Efrînê radestî Esadî nekin."

Wilgenburg diyar dike, li gel ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze ji Sûriyeyê vekişe lê him daxuyaniyên rayedarên amerîkî û frensî û him jî yên HSDê û herwiha şiroveyên analîstan destnîşan dikin ku Amerîka dixwaze piştî DAIŞê jî îstiqrar li herêmê pêk bîne û nehêle valahî çêbibe.

Rojnamevanê holendî di dawiyê de daxuyaniya Fermandarê amerîkî yê Berdevkê Artêşa Amerîkayê Thomas F. Veale parve dike ku gotiye: "Heta dema ku ev operasyon temam bibin jî, pêwîst e ku em li ser wê yekê bisekinin ku ewlebûna herêmên rizgarkirî misoger bikin û piştgiriyê bidin hevparên xwe ji bo xebatên îstiqrarê da ku têkbirina DAIŞ li Iraq û Sûriyeyê bê teqezkirin.""

Bi heman mijarî:

'Amerîka dê herêmên HSDê ji aliyê dîplomasî ve nas bike'
Amerîka: Em ê HSDê biparêzin
Pentagon: Ji bilî HSDê tu hêz ji me perwerdehî û piştgiriyê nastîne
Pentagonê navekî nû li hêza YPG-HSDê kir: Hêza ewlehî, aramî û kontrola qadê
Rûsya: Alîkariya Amerîkayê ya bo HSDê rakeşiya Efrînê zêde dike
Aqûbeta girtiyên DAIŞî yên di destê HSDê de wê çawa bibe
Etîketan:
HSD, DAIŞ, Thomas F. Veale, Donald Trump, Recep Akdag, Efrîn, Sûriye, Dêra Zorê, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de