09:08 18 Hezîran 2018
Leşkerên Hizbullahê

Guterres bangî Hizbullahê kir: Çekan deyne

© AP Photo / Hussein Malla
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bangî Hizbullahê kir ku di nava Libnanê û li derveyê wê dev ji fealiyetên leşkerî berde.

Li gor nûçeya Associated Press (AP) Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres raportek pêşkêşî Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir û di raportê de rêxistina çekdar a Hizbullaha Libnanê rexne dike û hem li nava welat û hem jî li derveyê banga çekdanînê dike.

Antonio Guterres di berdewamiya raporta xwe de dibêje: "Milîsên Hizbullahê Peymana Taîfê ku şerê navxweyî yê Libnanê bi dawî kir û biryarên Konseya Ewlehî yên Neteweyên Yekbûyî binpê dike, di şerê navxeyî yê Sûriyeyê de ne bêalî ye û polîtîkaya xwe li herêmê binpê dike."

Guterres di dirêjiya raporta xwe de bangî hikûmeta Libnanê dike û dibêje: "Divê artêşa Libnanê Hizbullah û hemû rêxistinên din ku çekan peyde dikin qedexe bike û bergiriyên pêwist bigre."

Bi heman mijarî:

Erdogan bi Guterres re li ser Filîstîn û Sûriyeyê axivî
Guterres: Ez ê ji bo Efrînê bang li Konseya Ewlekarîyê bikim
Erdogan û Sekreterê NYyê Guterres bi telefonê axivîn
Ji Antonio Guterres daxuyaniya Efrînê
De Mistura: Dê biryara temsîlkirina NYyê li Soçiyê Guterres bide
Wezareta Derve ya Rûsyayê: Lavrov û Guterres behsa mijara Sûriyeyê kir
Etîketan:
Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbûyî (KENY), Rêxistina Hizbullahê, Antonio Guterres, Libnan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de