06:56 22 Hezîran 2018
Hizbullah / Hasan Nasrallah - Ali Hamaney - Ruhullah Humeyni

Hizbullah: Normalîzebûna Siûdî û Îsraîlê tehdîda herî mezin e

MAHMOUD ZAYYAT
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Endamê Konseya Navendî yê Hizbullahê Şêx Nebil Kavuk di axaftina xwe de ragihand ku Erebistana Siûdî naxwaze Hizbullah di Lijbeya Wezîran de cih bigre, lê em ê cih bigrin.

Endamê Konseya Navendî yê Hizbullahê Şêx Nebil Kavuk di axaftina xwe de got: "Siûdî bi awayekî eşkere hewl didin ku Hizbullah di Lijneya Wezîran a hikûmeta nû de cih negire. Lê ew hêza Siûdî ku bikaribe me asteng bike tuneye. Hizbullah bi awayekî bi hêz dê wezîrên xwe têxe lijneyê. Libnan ne cihekî ku Siûdî bi berxwedanê bi dest bixin e. Libnan wê her li ber xwe bide."

Nebil Kavuk di berdewamiya axaftina xwe de got: "Normalîzebûna têkiliyên Siûdî û Îsraîlê tehdîda herî mezin a li ser Libnan û Filistînê ye. Piştî xelkê Filistînê wê hemwelatiyên libnanî ji vê peymana sedsalane zirarê bibînin. Peymana herdu welatan ji bo demografî, polîtîk û leşkerî wê tehdîdeke mezin çêbike. Ji bo tekoşîna sedsalî divê em hêza xwe ya polîtîk û siyasî zêde bikin."

Kavuk di dirêjiya axaftina xwe de got: "Piştî serkeftina hilbijartina Parlamantoya Libnanê, xelk ji hêla nêrîna polîtîk ve bihêztir bûye û dikare li hemberî talûke û zahmetiyan tekoşîneke bihêz bide."

Bi heman mijarî:

Hizbullah: Îsraîl bersiva moşekên li Girên Golanê ketine bi êrîşa filîstîniyan dide
Di hilbijartinên Lubnanê de tifaqa Hizbullah-Emel derketin pêş
Yekîtiya Erebî Hizbullah bi terorîsî bi nav kir
Amerîkayê rasterast Hizbullah hedef nîşan da
Hizbullah: Bi destkeftên nû re Amerîka û Îsraîl li Iraqê şikestin
Rûsya: Çawa şer biqede, Hizbullah û hêzên Îranê dê ji Sûriyeyê derkevin
Hizbullah: Çareserî dê li qada şerî be
Etîketan:
Endamê Konseya Navendî yê Hizbullahê, Nebil Kavuk, Îsraîl, Libnan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de