06:58 22 Hezîran 2018
Mehmûd Ebbas

Mehmûd Ebbas di hefteyekê de 3 caran rakirin nexweşxaneyê

© REUTERS / Issam Rimawi/Pool/File
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbas ku 82 salî ye di nava hefteyekê de 3 caran rakirin nexweşxaneyê.

Televîzyona dewlet a Filistînê wêneyê Mehmûd Ebbas ku li Nexweşxaneya El Istisarî ya Ramallahê tê dermankirin parve kir. Di wêne de Ebbas herdu kurên xwe û bi hevalên xwe re li korîdora nexweşxaneyê tê dîtin.

Li gor nûçeyê rewşa tendirustiya Mehmûd Ebbas her diçe baştir dibe. Ajansa nûçe ya Filistînê (WAFA) jî wêneyê Ebbas ku rojnameya ‘El Heyat el-Cedîde' dixwîne parve kir. Li gor nûçeyê dîrektorê tibî yê Nexweşxaneya Istisariyê Seîd Sarahane gotiye: "Ebbas bersiva dermankirinê daye û rewşa wî baştir e."

Seroke Filistînê Ebbas di nava hefteyekê de sê caran rakirin nexweşxaneyê û herî dawî roja yekşemê ji ber agirê zêde li Nexeşxaneya Istisariyê hatibû razandin.

Bi heman mijarî:

Ji Filistînê bo welatên ereb: Balyozên xwe ji Washîngtonê vekişînin
Di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hevdîtinên Îsraîl-Filistînê
'Sûriyeyê dest ji Filistînê berdabûya, aboriya wê dê ji ya Swîsrayê xurttir bibûya'
Ji bo Filistînê li 50 welatî kon hat vegirtin
Serokê Filistînê ji cihûyan lêborîn xwest
Mehmûd Ebbas ji bo ‘Serokatiya Dewleta' Filistînê hat hilbijartin
Etîketan:
Serokê Dewleta Filistînê, Mehmûd Ebbas, Filistîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de