02:59 18 Hezîran 2018
Êrîşên hevpeymanê li ser Yemenê

Milîsên husî êrişî sivîlan kir: 5 kuştî û 20 birîndar

© AP Photo / Hani Mohammed
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajare Marîb ê Yemenê milîsên husî bi bombeyan êrişî xelkê sivîl kir, di encama êrişê de 5 sivîl hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.

Berdevkê Midûriyeta Ewlehî yê Marîbê di daxuyaniya xwe ya çapemenî de got: "Milîsên husî li navçeya Sarvah a bajarê Marîbê ku dikeve rojhilatê Yemenê bi moşekên katyuşa êrişî xelkê sivîl kir."

Li gor daxuyaniya berdevkê ewlehî, di êrişê de 5 kesên sivîl canê xwe ji dest dan û 20 jî birîndar bûn û metirsiya zêdebûn a hejmara kuştî û birîndaran heye.

Milîsên husî li navçeya Sarvahê kontrola Çiyayê Heyelan ku dikeve rojavayê bajarê Marîbê di destê xwe de digrin û gelek caran ji wê herêmê bi moşekan êrişî xelkê sivîl ê navçeyê dikin.

Bi heman mijarî:

Li Yemenê di 4 salan de 26 rojnamevan hatin kuştin
Serkirdeyekî siyasî yê Hûsiyan li Yemenê di êrişa esmanî ya siûdiyan de mir
Li Yemenê hêzên hevpeymanê 'bi şaşî' li sivîlan xist: 14 mirî, 4 birîndar
‘Siûdî dahatên hecê ji bo şerê Yemenê xerc dike'
Li Yemenê di encama êrişa Erebistana Siûdî de gelek zarok jiyana xwe ji dest dan
Li Yemenê êrîşa hewayî: 7 jê zarok bi tevahî 12 sivîlan jiyana xwe winda kirin
Etîketan:
Milîsên husî êrişî sivîlan kir, Marîb, Yemenê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de