23:02 21 Hezîran 2018
Hêzên Îsraîlê li ser Girên Golanê

Îsraîlê ji Golanê dîsa êrişî Kuneytrayê kir

© AP Photo / Ariel Schalit
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê ji Çiyayê Golanê bi tank û topa êrişî hinek cihên bakurê Sûriyeyê kir. Li gor çavkaniyên herêmî tankên îsraîlî gundê El Xemûr ê kuneytrayê bombe kirin.

Li gor nûçeya ajansa nîvfermî ya Îranê (Tesnim) ku dispêre çavkaniyên herêmî artêşa Îsraîlê ji Çiyayê Golanê bi tank û topa êrişî hinek cihên bakurê Sûriyeyê kir. Li gor çavkaniyên herêmî tankên îsraîlî gundê El Xemûr ê Kuneytrayê bombe kirin û li baregeheke leşkerî ya Dêra Zorê ku dikeve rojhilatê Sûriyeyê dengê teqînan hatiye bihîstin.

Di berdewamiya nûçeyê de hat ragihandin ku di topbarana gundê El Xemûr ê Kuneytrayê ku dikeve bakurê Sûriyeyê de hedefên rêxistina Hizbullahê hatine xistin, lê derheqê teqînên Dêra Zorê de agahî nedan.

Derheqê herdu bûyeran de jî ne Sûriye û ne jî Îsraîlê daxuyanî belav nekirine.

Bi heman mijarî:

Sûriye: Em ê Golan û Efrîn jî di nav de hemû axa Sûriyê rizgar bikin
Balyozê Îsraîlî bo Spûtnîkê: Me Golan bida niha Hizbûllah û leşkerên Îranê li wir bûn
Netenyahû: Golan dê ti carî bi Sûriyeyê ve neyê girêdan
Amedspor, Sivas Belediyesporê bi 2 golan têkbir
Amedspor bi 3 golan têk çû
Etîketan:
Îsraîlê dîsa êrişî Şamê kir, Sûriye, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de