06:56 22 Hezîran 2018
Avigdor Liberman

Liberman parlamenter tehdîd kirin: Hûnê bedela wê bidin

© REUTERS / Amir Cohen
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Parastin ê Îsraîlê Avigdor Liberman, parlamenter Ayman Odeh ku bi eslê xwe filistînî ye û piştgirî dabû protestoya Hayfayê tehdîd kir.

Wezîrê Parastin ê Îsraîlê Avigdor Liberman li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê Serokê Lîsteya Hevgirtî ya Erebî ku ji parlamenterên filistînî pêk tê Ayman Odeh û hevalên wî şibandin ‘terorîstan' û tehdîd kirin.

‘DEMA KU HÛN BEDELA WÊ BIDIN HATIYE'

Avigdor Liberman di peyama xwe de îdîa kir ku Odeh û hevalên xwe nahêlin qanûn werin sepandin û got: "Cihê Ayman Odeh û hevalên wî ne Parlamentoya Îsraîlê ye. Heps e. Êdî dema ku bedêla wê bidin hatiye."

Roja înê li bajarê Hayfa yê Îsraîlê ji bo piştgiriya Xezzeyê çalekiyeke protestoyî hatibû lidarxistin û di çalekiyê de 21 kes hatibûn binçavkirin û gelek jî ji ber mudaxeleya tund birîndar bibûn. Odeh di serdana nexweşxaneyê ya birîndaran de bi polîsan re nîqaş kiribû.

Bi heman mijarî:

Liberman pesnê Salah da: Divê demildest bo artêşa Îsraîlê bê kirêkirin
Parlamentoya Îsraîlê erka îlankirina şer da Netanyahu û Liberman
Liberman bangî Esad kir: Îraniyan ji Sûriyeyê biqewirînin
Liberman: Em ji şerê Hizbullahê re ne amade ne
Liberman: Xeta boriya gaza xwezayî ya Tirkiyê û Îsraîlê dê bibe xeletiyeke stratejîk
Etîketan:
Wezîrê Parastin ê Îsraîlê, Avigdor Liberman, Filistîn, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de