10:32 24 Hezîran 2018
YPG

Ji Fransayê ji bo YPGê alikariya leşkerî

© Sputnik / Hikmet Durgun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê parvekirin, Fransayê li rojavayê Bakûrê Sûriyê bi 6 heb bataryayên topavêj alikariyê dayê YPGê.

Tê zanîn ku ev du sala zêdetir e ku Fransa bi awayê hêzên leşkerî li Bakûrê Sûriyeyê di herêmên bin kontrola YPGê de hebûna xwe didomînê. Li Kobaniyê baregehekî Fransayê yê leşkerî heye û nêzî 200 leşker lê dimînin. Herwiha li herêmên Menbic, Heseke û Reqqayê jî bi hêzên HSDê re hevkariyê dikin.

Li gorî îdiayên çavkaniyên herêmî, hêzên Fransayê di nêz de nêzî bajarê Deyr Zorê li mintiqa gundê Bagûz ji bo alikariya topavêtinê 6 bataryayên topavêj dane Hêzên Yekitiya Parastina Gel (YPG) û topbaran kirine. Di derbarê mijarê de ji aliyê YPGê ve hê tu daxuyaniyeke fermî nehatiye parvekirin.

 

Bi heman mijarî:

Erdogan: YPG bi çekên ku ji Amerîkayê stendine sînorên me tacîz kirin
YPG: Di êrişê de fermandarek û 3 çekdarên ASAyê hatin kuştin
Çavuşoglu: Eger YPG ji Menbicê venekişe wek em ketin Qendîlê em ê bikevin Menbicê jî
'YPG ji bo hêzên erebî li gel hevpeymaniyê civiya'
Etîketan:
alikarî, fransa, ypg, sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de