11:12 24 Gulan 2018
    Îsraîl û Filistîn

    Raportorê NY: Bûyerên li Xezzeyê sûcê şer e

    © AFP 2018 / JAAFAR ASHTIYEH
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Raportorê Taybet yê Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Michael Lynk ragihand ku filistîniyên ku ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve di dema veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Avîvê bo Qudsê de hatin kuştin, binpekirina peymana Ceneveyê û sûcê şerî ye.

    Rûniştina taybet derbarê rewşa mafê mirovan a Filistînê li Konseya Mafê Mirovan a li ofîsa Cenevê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin. Civîna taybet ji 46 endamên Konseyê bi pişitevaniya 26 endaman ve hat kirin û raportorê Taybet Lynk eşkere kir ku di 7 hefteyên dawî de Îsraîlê ji 100î zêdetir filistînî kuştin e û ji 12 hezaran zêdetir kes jî birîndar kirine.

    Lynk di axaftina xwe de got ku 'gelo dê kî berpirsyariya van bûyeran bide ser xwe?' Herwiha Lynk got ku berpirsê bûyeran artêşa Îsraîlê ye û biryardariyên di hikumetê de ne.

    Lynk bilêv kir ku berpirsyariyên hiqûqa navdewletî divê bi cih bên û civaka navdewletî fişarê li Îsraîlê bike, her mafê filistîniyan heye ku çalakiyên di çarçoveya aştiyane de pêk bînin.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: Divê Îsraîl li dadgeha Sizayan a Navdewletî were darizandin
    Di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hevdîtinên Îsraîl-Filistînê
    Îsraîl: Em helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî balyozê me qebûl nakin
    Madem Îsraîl terorîst e tu çima têkiliya dîplomatîk dewam dike?
    ‘Îsraîl sûcê şerî kiriye, divê bê darizandin'
    Etîketan:
    bûyer, kuştin, Michael Lynk, Filistîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de