04:35 28 Gulan 2018
Zîrweya Yekîtiya Erebî

Ji Filistînê bo welatên ereb: Balyozên xwe ji Washîngtonê vekişînin

© REUTERS / Mohammad Hamed
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Filistînê Riyad el Malikî di axaftina xwe de bangî welatên erebî kir û balyozên xwe ji Washîngtona paytextê Amerîkayê vekişînin.

Wezîrê Derve yê Filistînê Riyad el Malikî li Kahireya paytexta Misrê di civîna Wezîrên Derve yên Yekîtiya Erebî de got: "Hemû welatên erebî dikarin balyozên xwe yên li Washîngtonê ji bo muzakereyan vekişînin û ti zirara vê tuneye."

Riyad el Malikî di berdewamiya axaftina xwe de daxwaz ji welatên erebî kir ku nerazîbûna xwe nîşanî veguhestina balyozxaneyê bo Qudsê bidin û got: "Dixwazin di bîra we bînim ku civîna borî biryar hatibû dayîn ku welatê balyozxaneya xwe bikşîne Qudsê divê têkiliya dîlomatîk were birîn."

Heta niha di protestoyên veguhestina balyozxaneya Amerîkayê bo Qudsê de 63 hemwelatiyên filistinî ji aliyê hêzên ewlehî yên Îsraîlê ve hatin kuştin û bi hezaran jî sivîl birîndar bûn.

Bi heman mijarî:

Hemas: Hetanî Filistîn were rizgarkirin em ê çalekiyên xwe bidomînin
Filistîn ji bo civîna bi lez deng li Yekîneyên Ereban kir
Erdogan: Ez vedixwînim ku Quds wekî payitexta Filistîn ya di jêr dagirkeriyê de were nasîn
Filistîn: Em serxwebûna Kurdistanê red dikin, ev plana Îsraîlê ye
Pûtîn: Piştgiriya me bo destpêkirina diyalogên di navbera Filistîn û Îsraîlê dê dewam bike
Filistîn li benda Pûtîn e
Etîketan:
Wezîrê Derve yê Filistînê, Riyad el Malikî, Misir, Filistîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de