18:08 21 Gulan 2018
    Muhammed bin Selman

    ‘Prensê Siûdî Muhammd Bin Selman bi du guleyan hat kuştin'

    © REUTERS / Bandar Algaloud
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat îdîakirin ku dibe prensê welîahd ê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman di derbeya leşkerî ya meha borî de hatibe kuştin.

    Li gor rojnameya Keyhana îranî, prensê welîahd ê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman 27 roj in nehatiye dîtin û dibe hatibe kuştin.

    Rojnameya Keyhanê îdîaya xwe sparte saziyeke îstîxbarata welatekî erebî û ragihand ku raporta ji rêvebirên mezin re dihat şandin ketiye destê wan û prensê welîahd di 21ê Nîsanê de bi du guleyan hatiye kuştin.

    Di berdewamiya nûçeyê de tê gotin ku Muhammed bin Selman ji dawiya meha nîsanê ve nehatiye dîtin, lewma dibe hatibe kuştin. Di serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ya Erebistana Siûdî de wêneyê wî û prens nehatibû parvekirin.

    21ê Nîsana borî li nêzî Qesra Kraliyetê dengê çekan hatibû bihîstin, li gor îdîayan di nava qesrê de derbeyeke leşkerî pek hat, lê di daxuyaniya fermî de hat ragihandin ku mudaxele li navgîna hewayî ku bêdestûr nêzî qesrê bibû hat kirin.

    Bi heman mijarî:

    Erebistana Siûdî: Em li dijî biryara DYAyê ya Qudsê ne
    'Îsraîl dixwaze ku Erebistana Siûdî ji qula xwe derkeve û şerê Îranê bike'
    Hêzên Erebistana Siûdî gihîştin giravê
    Erebistana Siûdî: Heke Îran li bernameya nukleerî vegere, em ê jî çekên nukleerî bistînin
    'Parastina hewayî ya Siûdî, moşekên Hûsiyan ku avêtin Riyadê asteng kir'
    ‘Cesareta Siûdî tuneye li Sûriyeyê li hemberî Îran û hevalbendê wê şer bike'
    Etîketan:
    Prensê welîahd ê Siûdî, Muhammed bin Selman, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de