20:29 20 Gulan 2018
    Leşkerên Fransî û amerîkî li Minbicê - Ala Fransa û Amerîkayê

    Li Sûriyeyê leşkerên frensî kû riya xwe şaşkirin hatine desteserkirin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li herêma Qamişlo ya bajarê Hesekê li xala kontrolê ya hikûmeta Sûrî nêzîkî 70 leşkerên frensî kû riya xwe şaş kiribûn, hatin desteserkirin.

    Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA) ku xwe dispêre çavkaniyên Sûriyeyê karwanekî leşkerên frensî kû ji 20 cîpan pêk dihat, ber bi bajarê Dêre Zorê ve diçû û li şûna kû bikevin noqteya kontrolê ya kûrdên Sûriyeyê ango Yekîneyên Parastina Gel (YPG) riya xwe şaş kirin û bi vî awayî kete destê hêzên Hikûmeta Sûrîyê.

    Leşkerên fransî ku hatibûn desteserkirin û ji alî artêşa Sûriyeyê derbarê wan de lêpirsîn hat vekirin. Pişt re endamên hêzên YPGê hatin noqteya kontrolê ya hikûmeta Sûrî û wan piştrast kir kû leşkerên frensî piştgiriya kurdan dikin. Piştî wê, leşkerên firansî serbest hatin berdan û wan riya xwe ber bi Qamişloyê ve dewam kirin.

    Bi heman mijarî:

    Wezîra Parastin ê Fransayê: Eger Şam çekên kîmyewî bikar bîne em ê dîsa êriş bikin
    Almanya û Fransayê soza piştgiriyê da peymana nukleerî ya Îranê
    Serokomarê Fransayê Macron bi bêrêtiyê tê sûcdarkirin
    Nûnerê Hikûmeta Herêmê li Parîsê: Cihê xweşhaliyê ye ku gelê Fransayê bi gelê kurd re ye
    Amîralê frensî: Nokavên rûsî gelek lezgîn û bêdeng in
    Li gorî almanî, frensî û îtaliyan xurttirîn serokê dinyayê Pûtîn e
    Lavrov bi hempîşeyê xwe yê frensî re bi telefonê axivî
    Etîketan:
    Lêpirsîn, Leşkerên frensî, AA, YPG, Fransa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de