20:49 20 Gulan 2018
    Antalya plaj-turîst

    Îsraîlê hemwelatiyên xwe bo çûna Tirkiyeyê hişyar kir

    © Sputnik / Vladimir Vyatkin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Tirkiye piştî pevçûna li sînorê Xezzeyê bertekek tund nîşanî Îsraîlê dabû, bersiva Îsraîlê ji Wezîrê Tûrîzmê Yariv Levin ve hat. Levin Tirkiye rexne kir û ji hemwelatiyên xwe yên îsraîlî xwest ku li dijî helwesta Enqereyê serdana Tirkiyeyê nekin.

    Wezîrê Tûrîzma Îsraîlê Yariv Levin daxuyand ku heke helwesta Tirkiyeyê dewleta Îsraîlê wisa dewam bike, ji bo çûna Tirkiyeyê ti sedemên me namînin. Ji aliyê din ve Wezîrê Ragihandinê û Îstîxbarata Îsraîlê Yisrael Katz jî ji Ynetê re axivî û got: "Di navbera Tirkiye û Îsraîlê de tansiyonek zêde heye, lê ti sedemek tarîxî tuneye ku Îsraîl qirkirina ermenan nas neke."

    Ktaz gotinên xwe wiha domand, "Erdogan gengeşiyên li dijî Îsraîlê aloztir dike, ew endamekî birayên misilmanan e û dijmenekî Îsraîlê yê îdeolojîk e."

    Beriya niha parlamenterê Yekîtiya Siyonîstan Itzik Şumuli û ji partiya Likud a serokwezîr Benyamin Netanyahu parlamenter Amir Ohana, daxuyandibûn ku dibe bo naskirina qirkirina ermenan pêşnûmayekê radestî parlamanetoyê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê serlêdana doza Roboskiyê red kir
    Brîtanya, Almanya û Fransa: Divê pabendî bi mercên peymana li gel Îranê were kirin
    Dodon: Ofîsa NATOyê ya li Kîşînovê wê bête girtin
    'Welatên Rojavayî di sê salên dawî de sê caran xiyanet li kurdan kir'
    Arjantîn di Kûpaya Cîhanê de bo broşura ‘xapandina jinên rûsî' lêborîn xwest
    Etîketan:
    tûrîzm, hemwelatî, pevçûn, Yariv Levin, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de