17:07 24 Gulan 2018
    Leşkerên Hizbullahê

    Welatên ereban li hemberî Hîzbûllahê biryara ambargoyê wergirt

    © AP Photo / Hussein Malla
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Erebistana Siûdî, Bahreyn, Kuweyt, Omman, Qeter û Îmarata Yekîtiyên Erebî duhî li hemberî çend birêveberên payebilind ên Hîzbûllaha Libnanê biryara ambargoyê girt.

    Li gorî agahiyên ajansa SPAyê Navenda Şopandinê ya Alîkariya Darayî ya Terorîzmê (Terrorist Financing Targeting Center, TFTC) û endamên wê navendê yên wekî Erebistana Siûdî, Bahreyn, Kuweyt, Omman, Qeter û Îmarata Yekîtiyên Erebî duhî li hemberî 10 birêveberên payebilind ên Hîzbûllaha Libnanê biryara ambargoyê wergirt.

    Hat diyarkirin ku 5 kesên ji wan 10 kesên di lîsteya ambargoyê de cih digirin, di birêveberiya şêwra bilind a Hîzbûllaha Libnanê de peywirdar in û mal û sermayeyên wan kesan dê werin rawestandin.

    Hêjayê gotinê ye ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê jî duhî li hemberî 3 kesên bi Hîzbûllaha Libnanê re eleqeder, biryara ambargoyê dabû.

    Bi heman mijarî:

    Herîrî: Divê rê li ber Hizbûllahê were girtin
    Hizbûllahê serkeftina dijî DAIŞê ragihand: Yek terorîst jî nema
    Rûsya: Li Sûriyê hebûna Artêşa Pasavanên Şoreşa Îranê û Hizbûllahê meşrû ye
    Fermandarê Hizbûllahê yê li Eyaleta Besra ya Iraqê hat kuştin
    Liberman: Em ji şerê Hizbullahê re ne amade ne
    ‘Hizbullahê bixin nav lîsteya terorê’
    Etîketan:
    ambargo, Hîzbûllah, Kuweyt, Qeter, Bahreyn, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de