06:46 26 Gulan 2018
Alaya Îsraîlê

Îsraîl: Em helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî balyozê me qebûl nakin

© Sputnik / Vladimir Astapkovich
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê ji bo helwesta li hemberî balyozê Îsraîlê ya ku ji aliyê peywirdarên taybet ên ewlekariyê ve li Balafirxaneya Ataturkê ya Stenbolê hat nîşandan, bertek nîşan da.

Balyozê Îsraîlê yê li Tirkiyeyê piştî ku ji Tirkiyeyê hat şandin, li Balafirxaneya Ataturkê ya Stenbolê ji aliyê peywirdarên ewlekariya taybet ve hat teftîşkirin.

Derbarê bûyerê de Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê Emmanuel Nahshon daxuyaniyek belav kir û got, li beramberî hebûna parêzbendiya dîplomatîk jî, peywirdarên taybet ên ewlekariya balafirxaneya Stenbolê li ser balyozê me lêgerîn û teftîş kiriye.

Nahshon got, "Dîmenên balyozê me yê ku rastî teftîşeke gelekî tund a peywirdarên ewlekariyê hat, li tevahiya Tirkiyeyê hatin belavkirin. Em vê yekê napejirînin. Ev tişt bi awayekî eşkere li dijî peywendiyên dîplomatîk ên herdu aliyan e. Ev miamele balyozê me biçûk xistiye û Îsraîl bi ti awayî vê yeke napejirîne."

Bi heman mijarî:

Wezîra Îsraîlê ji bo bûyerên li Xezzeyê got: Hêzên me karekî baş dikin
Ji Heniye bo Îsraîlê: Sebra me test nekin
Erdogan: NY li hember terora Îsraîlê ya li Xezeyê têk çûye
Îsraîlê Xeze topbaran kir
Rûsya: Divê Quds him bibe paytexta Filistînê him jî bibe paytexta Îsraîlê
Etîketan:
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê, Emmanuel Nahshon, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de