12:00 23 Gulan 2018
    Bexda

    ‘Em mudaxeleya Îran û Amerîkayê qebûl nakin'

    © AFP 2018 / SABAH ARAR
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Seroke Tevgera Sedr Muqteda Sedr di axaftina xwe de ragihand ku ji bo avabûna hikûmeta nû em mudaxeleya Îran û Amerîkayê qebûl nakin.

    Mam Celal Talebanî
    © REUTERS / Thaier al Sudani/File Photo
    Seroke Tevgera Sedr Muqteda Sedr di axaftina xwe de ragihand ku ji bo avabûna hikûmeta nû em mudaxeleya Îran û Amerîkayê qebûl nakin. Piştî encamdana hilbijartina Iraqê nûnerê Serokê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Breet McGurk û fermandarê hêzê Qudsê yê Îranê Qasim Silemanî ji bo avakirina hikûmetê derbasî Iraqê bibûn.

    Muqteda Sedr li ser hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê peyamek weşand û got: "Biryar a me iraqiyan e û wê di nava sînor de were dayîn. Em ê hemû jî dê beşdar bibin û heta dagirker ji welat dernekeve kes nikare bibêje em xwediyê welat in."

    Sedr di berdewamiya peyama xwe de got: "Ligel hemû pirsgirêk û nakokiyan me jî divê em li hev vegerin û danûstandinê bikin." Sedr piştî encamdana hilbijartinê di peyameke xwe din de gotibû: "Deriyê min vekiriye, em Iraqê bi bingeh bikin û hikûmeteke teknokrat, paqij û wek bavê herkesê pêk bînin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Serokomariya Iraqê pişka kurdan e'
    Komisyona Hilbijartinan a Iraqê: Karmendên me li Kerkûkê hatine dorpêçkirin
    Encamên dawî yên Iraqê sibehê tên eşkerekirin
    Amerîka: Encamên hilbijartinên Iraqê cihê baweriyê ye
    Tevgera Sedr namzedê xwe yê serokwezîrtiya Iraqê eşkere kir
    Dadgeha Iraqê terorîstekî ku dîplomatê rûs kuştibû bi idamê ceza kir
    Li Iraqê hilbijartin bi dawî bû lê nîqaş berdewam in
    Etîketan:
    Serokê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr, Kurdistanê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de