17:06 26 Gulan 2018
Îsraîl - Filistîn

‘Şermezarkirin rê li ber hovîtiyê nagre pêwistî bi mûeyîdeyên nû heye'

© Sputnik / Ibraheem Abu Mustafa
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê û namzedê serokomariyê Temel Karamollaoglu piştî bûyerên kuştinî yên Xezzeyê serdana Balyozê Filistînê Faed Mustafa kir.

Sînorê Îsraîl Xezzeyê / Tanka Îsraîlê
© REUTERS / Baz Ratner
Serokê Giştî yê Partiya Saadetê û namzedê serokomariyê Temel Karamollaoglu di serdana xwe ya Balyozê Filistînê de got: "Şermezarkirin an jî bikaranîna peyvên giran li hemberî Îsraîlê hovîtiyê asteng nake. Divê mûeyîdeyên nû werin sepandin."

Temel Karamollaoglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rexnekirina Îsraîl rê li ber van êrişa nagire, lewma Îsraîl ji hêzê fêhm dike û divê mûeyîdeyên nû werin sepandin. Şermezarkirin ji aliyê kesen ku hêz û erk di destê wan de tuneye tê kirin. Ev şermezarkirin jî ji bo zorlekirina hikûmetan tê kirin. Mixabin welat niha tenê lenat dikin. Roja înê li ser vexwendina Tirkiyeyê wê li Stenbolê civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî were kirin û em hêvî dikin encamek jê derkeve."

Karamollaoglu di dirêjiya axaftina xwe de got: Ji bo Filistînê me mîtîngek organîze kiribû, piştî hikûmetê jî biryara lidarxistina mitîngê da, me devjê berda. Lewma desthilat ne miting divê îcraetan bikin."

Bi heman mijarî:

Erdogan: NY li hember terora Îsraîlê ya li Xezeyê têk çûye
Îsraîlê Xeze topbaran kir
Rûsya: Divê Quds him bibe paytexta Filistînê him jî bibe paytexta Îsraîlê
PKK li dijî Îsraîlê daxuyanî da
'Ti wateya ku Tirkiye bi Îsraîlê re danûstendinê bike tune ye'
Pêşniyara betalkirina peymanên bi Îsraîlê re ji aliyê AK Partiyê ve hat redkirin
Etîketan:
Bûyerên Xezzeyê, Temel Karamolla, Îsraîl, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de