21:00 22 Gulan 2018
    Benyamîn Netanyahu

    Netanyahu: Ger Hamasê bi darê zorê filistînî neşandibana ser sînor tiştek nedibû

    © REUTERS / Amir Cohen
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Îsraîlê di axaftina xwe ya ji bo CBS Evening Newsê de got, "Hamasa ku armanca wê tunekirina Îsraîlê ye, bi fikra ku têkeve nav Îsraîlê zorê dide wan mirovan. Pereyan dide wan mirovan. Loma jî ev wekî ku hûn zen dikin, ne xwepêşandanên aştiyane ne."

    Piştî ku Amerîkayê balyozxaneya xwe ya li Tel Avivê veguhestibû bajarê Qudsê, li Xezzeyê xwepêşandan hatibûn lidarxistin û di encamê de zêdetirî 60 kesên filistînî miribûn û zêdetirî 2 hezar û 800 kes jî birîndar bûbûn. Li ser van bûyeran Benjamin Netanyahu Hamas tawanbar kir.

    Netanyahu di axaftina xwe ya ji bo televîzyona CBSê de got, "Min dixwest ev bûyer qet neqewimin" û wisa berdewam kir: "Hamasa ku bi awayekî eşkere armanca xwe wekî tunekirina Îsraîlê diyar kir, bi fikra ku têkeve nav Îsraîlê zorê dide van mirovan. Pereyan dide wan mirovan. Loma jî ev wekî ku hûn zen dikin, ne xwepêşandanên aştiyane ne."

    'HAMAS JI BO MIRINA MIROVAN HEWL DIDE'

    Benjamin Netanyahu li ser pirsa 'Bi armanca derbaskirina sînor ji bo xwepêşanderan pere tên dayîn an na?' ev tişt gotin:

    "Sivîlan, jinan, zarokan dajon ser xeta êgir, ku bila mirov bimirin. Em bi xwe hewl didin, herî kêm mirov canê xwe ji dest bide. Ji bo fişar li Îsraîlê were kirin, hewl didin wendahiyên can çêbibin, ku ev tiştekî tirsnak e."

    'RÊBAZEKE DIN BI KÊR NAYÊ'

    Netanyahu li ser pirsa, 'Artêşa Îsraîl zêde pêş de diçe an na?' jî got, li cîhanê artêşeke ku cuda tevbigere tune ye. Serokê Îsraîlê di berdewamiya axaftina xwe ev tişt gotin:

    "Tu yê amûrên din bi kar bînî, tu yê her amûrê biceribînî, amûrên ne kujer biceribînî û wê bi kêr neyên. Loma jî tu yê bi bijarteyên xerab re rûbirû bimînî. Di destên te de qertên xerab dimînin. Tu yê hewl bidî bera çonga wî bidî lê carinan bi kêr nayê."

    'PEREYAN DIŞÎNE JI TERORÎSTAN RE, LOMA XEZZE DI KRÎZÊ DE YE'

    Benjamin Netanyahu li ser mijara 'krîza aborî ya li Xezzeyê' jî got, "Ji ber ku rêveberiya Filistînê pereyên Xezzeyê naşîne, li şûna wê pereyan dişîne ji terorîstan re, loma Xezze di krîzê de ye."

    Herwis ali ser hevdîtina bi Hamasê re jî Netanyahu got, "Ew dixwazin me tune bikin. Kesên ku bixwazin me tune bikin, em ji bo çi pê re hevdîtinê bikin. Ev dişibe gotina 'Hûn ê karibin bi El Qaîdeyê re, bi Ûsame Bîn Ladîn re hevdîtinê bikin?'. Ti şert û mercên ku derfetê bide me bi Hamasê re hevdîtinê bikin, tune ne."

    'EM BI WELATÊN EREBAN RE DI NAVA AŞITIYÊ DE NE LÊ ÎRAN BI ME RE ŞER DIKE'

    Netanyahu ligel vê yekê derbirî ku ew êdî bi artêşên ereban re mijûl nabin û ev tişt gotin, "Me bi awayekî fermî ligel 2 welatên ereban aşitî pêk anî. Ya rast bi awayekî derfermî jî em bi hemû welatên ereb re di nava aşitiyê de ne." Serokê Îsraîlê parast ku wekî Îsraîlê pirsgirêka herî mezin a welatên Ereban jî Îran eû li ser peywendiyên xwe û Îranê ev tişt gotin, "Îran bi me re (Îsraîlê) di şer de ye. Me qet neda şopa dijminahiyê. Wan bi awayekî eşkere ragihand ku armanca wan tunekirina me ye."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Divê Quds him bibe paytexta Filistînê him jî bibe paytexta Îsraîlê
    PKK li dijî Îsraîlê daxuyanî da
    'Ti wateya ku Tirkiye bi Îsraîlê re danûstendinê bike tune ye'
    Pêşniyara betalkirina peymanên bi Îsraîlê re ji aliyê AK Partiyê ve hat redkirin
    Îsraîlê xwest ku balyozê Tirkiyê yê li Qûdsê biçe welatê xwe
    Etîketan:
    filistînî, Hamas, Serokwezîrê Îsraîlê, Benyamin Netanyahu, Îsraîl, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de