17:04 24 Gulan 2018
    Deverên dîrokî yên Efrînê

    Schulmy: Em nirxandinên qesabê tirk ê ku li Sûriyê kurdan bombebaran dike, qebûl nakin

    © Sputnik / Waeel Hafian
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Piştî Komkujiya Xezzeyê ragêşiya dîplomatîk ya di navbera Tel Avîn û Enqerê de derkete asta herî bilind. Hindek parlementerên îsraîlî bang kirin ku ‘qirkirina ermenan' were naskirin. Schulmy jî got "Em nirxandinên exlaqî yên qesabê tirk ê antîsemîtîk ê ku her roj li Bakurê Sûriyê bi hezaran kurdan bombebaran dike, qebûl nakin."

    PKK
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Li gorî nûçeya Jerusalem Postê parlementerê Yekîtiya Siyonîstan Itzik Shmuly û parlementerê partiya Serokwezîrê Benyamîn Netanyahu Likuadê Amir Ohana diyar kirin ku, dibe ji bo ku li Îsraîlê bibe welatê 30emîn ku ‘Qirkirina Ermenan' nas dike pêşnûmayek (Knesset) pêşkêş bikin.

    Demek berê hewildanên pêşnûmaya naskiriba ‘Qirkirina Ermenan' ji bo peywendiyên herdu welatan zirarê nebîne hatibû redkirin.

    ‘QESABÊ TIRK Ê ANTÎSEMÎTÎK'

    ‘Parlementerê Partiya Yekîtiya Siyonîst Schulmy amajê pê kir ku pêwist bû Îsraîlê jî zû de ‘Qirkirina Ermenan' nas kiribûya. Schulmy "Em nirxandinên exlaqî yên qesabê tirk ê antîsemîtîk (dijberê cihûyan) ê ku her roj li Bakurê Sûriyê bi hezaran kurdan bombebaran dike, ê ku welatê wî berpirsê qirkirina ermenan û bobelata li dijî siryanan e, qebûl nakin."

    Parlementerê Likudê Ohana jî wiha axift, "Ji bo dabînkirina dadweriyê hêj ne dereng e Dem hat ku bê edaletiya seyr bi awayekî fermî were naskirin. Pêwîst bû me ji zû de nas kiribûya."

    Ji aliyê din ve çavkaniyek din ji heman rojnameyê re axivî û da zanîn ku ‘mijar hesas e' û biryara dawî ya naskirina ‘qirkirina ermenan' dê Serokwezîr Netanyahu bide.

    Wezareta Derve derbarê mijarê de ti daxuyanî nedan.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Divê Quds him bibe paytexta Filistînê him jî bibe paytexta Îsraîlê
    PKK li dijî Îsraîlê daxuyanî da
    'Ti wateya ku Tirkiye bi Îsraîlê re danûstendinê bike tune ye'
    Pêşniyara betalkirina peymanên bi Îsraîlê re ji aliyê AK Partiyê ve hat redkirin
    Îsraîlê xwest ku balyozê Tirkiyê yê li Qûdsê biçe welatê xwe
    Etîketan:
    antîsemîtizm, Qesabê tirk, Pêşnûmaya naskirina qirkirina ermenan, Itzik Shmuly, Sûriye, Îsraîl, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de