11:18 24 Gulan 2018
    Qûds - Îsraîl

    Piştî Amerîkayê, welatekî din balyozxaneya xwe bir Qudsê

    © REUTERS / Ammar Awad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Amerîkayê balyozxaneya xwe bir Qudsê bi du rojan, Guatemalayê jî îro çarşemê balyozxaneya li Qudsê vekir.

    Li gorî Reutersê, Serokê Guatemalayê Jimmy Morales û Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn netanyahû beşdarî vekirina balyozxaneyê bûn.

    Wezîrê Karûbarên Qudsê, elepora Şaristanî û Jîngehê yê Îsraîlê Zîeîv Alkînî duh sêşemê ragihandibû ku Guatemala dê balyozxaneya xwe  di roja 16ê Gulanê de bibe Qudsê û ew dê piştî Amerîkayê, dewleta duyem be ku balyozxaneya xwe dibe Qudsê.

    "SÊ WELATÊN DIN JÎ VEGUHESTINA BALYOZXANEYA XWE GOTÛBÊJ DIKIN"

    Herwiha Alkînî destnîşan kir ku hîn s3e dewletên din jî hene ku mijara veguhestina balyozxaneya xwe gotûbêj dikin û ew jî Honduras, Romanya û Çek in.

    Amerîkayê duşemê borî balyozxaneya xwe bajarê Qudsê vekiribû da ku bûbû sedema protestoyan di navbera filistîniyên li Xezeyê de.

    Bi heman mijarî:

    Yekem daxuyaniya Îsraîlê li ser êrîşa li dijî Sûriyeyê
    Pompeo: Li gor belgeyên Îsraîlê bernameyeke nûkleerî ya Îranê heye
    Îranê bersiv da Îsraîlê: Em ê bersivekê surprîz bidin û hûn pişman bibin
    Li Îsraîlê teqîn: Kesek mir, 4 jî birîndar bûn
    ‘Îsraîlê ji bo ku Îranê moşek vediguhestin baregehên Sûriyeyê ew bombe kirin'
    Îsraîlê gef li Sûriyeyê xwar in: Îranê ji welêt derxîn e
    Etîketan:
    Zîeîv Alkîn, Honduras, Çek, Romanya, Guatemala, Îsraîl, Quds
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de