14:16 23 Gulan 2018
    Moşek

    Milîsan dîsa bi moşekan êriş kir

    © AFP 2018
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku milîsên husî dîsa bi moşekên balîstîk êrişî bajarê Cazan ê Erebistana Siûdî kirin.

    Li gor nûçeya ajansa SPA ya Erebistana Siûdî, berevkê Koalîsyona Erebî Turkî el-Malikî di axaftina xwe de ragihand ku milîsên husî ku Îran piştgiriya wan dike ji bajarê Sada yê Yemenê moşekên balîstîk avêtin Cazanê."

    Li gor daxuyaniya el-Malikî moşek ji bo herêmên niştecih hatibû avêtin, lê ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Siûdî ve hat îmhakirin.

    Ji aliyê din ve li gor televîzyona El-Mesîra ya aîdî husiyan, baregeha leşkerî ya Qral Faysal li bajarê Cazanê bi moşeka balîstîk a Bedr-1ê hat bombekirin.

    Ji 26ê Adara 2016an ve hejmara moşekên balîstîk ku ji cihên cuda ên Yemenê bo Erebistana Siûdî têne avêtin ji 139an derbas kir.

    Bi heman mijarî:

    Li Yemenê hêzên hevpeymanê 'bi şaşî' li sivîlan xist: 14 mirî, 4 birîndar
    Serkirdeyekî siyasî yê Hûsiyan li Yemenê di êrişa esmanî ya siûdiyan de mir
    Li Yemenê êrîşa hewayî: 7 jê zarok bi tevahî 12 sivîlan jiyana xwe winda kirin
    Lavrov: Bi tenê diyalog dikare dawî li şerê navxweyî yê li Yemenê bîne
    Ji DYAyê ji bo Yemenê îtîrafa operasyona bejayî
    Etîketan:
    Husiyan dîsa bi moşekan êrişî Siûdî kir, Siûdî, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de