04:36 28 Gulan 2018
Filistîn

‘Ji bo yekîtiya grûbên filistînî komîteyek hat avakirin'

© REUTERS / Ibraheem Abu Mustafa
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbas ji bo perçebûna grûbên filistînî bi dawî bike dîrektîfa avakirina komîteyekê da.

Ala Filîstînê - Xeze
© REUTERS / Ibraheem Abu Mustafa
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Rizgariya Filistînê Saîb Ureykat di axaftina xxwe ya televîzyonê de got: "Mehmûd Ebbas ji bo dawiyê li perçebûna grûbên filistînî bîne komîteyek da avakirin."

Saîb Ureykat di berdewamiya axaftina xwe de got: Ji bo biryarên ku di Konseya Netewî ya Filistînê de hatin girtin werin sepandin komîteyeke din hatibû avakirin. Rêvebiriya Filistînê bi awayekî fermî wê înşaeta niştecihên îsraîlî bibe Dadgeha Cezaya Navneteweyî."

Ureykat di dirêjiya axaftina xwe de got: "Di konseyê de ji xeyrî çûna dadgehê, banga civîna awarte ya Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî, endambûna Filistînê ya ajansên navneteweyî, sînordarkirina têkiliyên Filistîn û Îsraîlê û sepandina biryaran hat dayîn."

Bi heman mijarî:

Pêşniyara betalkirina peymanên bi Îsraîlê re ji aliyê AK Partiyê ve hat redkirin
Îsraîlê xwest ku balyozê Tirkiyê yê li Qûdsê biçe welatê xwe
Tirkiye bangî balyozê Îsraîlê yê li Enqerê kir û jê xwest ku biçe welatê xwe
Îrlandayê ji bo bûyerên li Xezzeyê bang li balyozê Îsraîlê kir
Parlamenterê Îsraîlê bo bûyerên li Xezzeyê got: Guleyên me têra her kesî dikin
Etîketan:
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Rizgariya Filistînê (FKO), Mehmûd Ebbas, Îsraîl, Filistîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de