20:53 20 Gulan 2018
    Piştî êrîşa Mavi Marmarayê li pêşberî konsulaneya li Qudsa Rojhilat filistînî xwenîşandek tê lidarxistin

    Îsraîlê xwest ku balyozê Tirkiyê yê li Qûdsê biçe welatê xwe

    © AFP 2018 / AHMAD GHARABLI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Piştî Komkujiya Xezzeyê ragêşiya di navbera Tirkiyê-Îsraîlê de derkete asta herî bilind. Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê ragihand ku bila Balyozê Tirkiyê li Qûdsê welêt biterîkine.

    Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê piştî ku Wexareta Karên Derve ya Tirkiyê gazî Balyozê Îsraîlê yê li Enqerê Eitan Naeh kiribû jê re gotibû, "bo demekê veger welatê xwe' hat.

    ‘ÎSRAÎL NIKARE DAXWAZEKE WIHA BIKE'

    Konsulê Tirkiyê li Qûdsê Gurcan Turkoglu bi raya Tirkiyê û Filistînê di heman demê de balyozê Tirkiyê li Filistînê ye jî.

    Lewra rayedarên tirkî diyar dikin ku ji ber vê yekê Îsraîl nikare daxwazeke wiha bike û dan zanîn ku vegera Gurcan Turkoglu tê gotûbêjkirin.

    Ji aliyê din ve bi ya rayedarên îsraîlî jî Konsulxaneya tirkî li Qûdsê weke konsulxaneyên din ên dîplomatekî ku di heman demê de ji peywendiyên bi Filistînê re jî berpirsyar e.

    HEM BI DAXUYANIYA NIVÎSKÎ Û HEM JI BI TWITTERÊ BI HEMAN ŞÊWEYÎ BERSIV HAT DAYÎN

    Tê gotin ku di xerabûna peywendiyên Tirkiyê û Îsraîlê de bandora duelloya peyvan a Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî heye.

    Hêjayî gotinê ye ku demek berê Wezareta Derve ya Tirkiye bangî Balyozê Îsraîlê yê li Enqerê Eitan Naeh kiribû û di derbarê bûyerên li Filistînê diqewimin notaya protestoyê dabûye û jê xwestibû ku bo demekê biçe welatê xwe.

    Bi heman mijarî:

    Di navbera artêşa Îsraîlê û çalakvanên filistînî de cardin şer rû da
    Tirkiye bangî balyozê Îsraîlê yê li Enqerê kir û jê xwest ku biçe welatê xwe
    Îrlandayê ji bo bûyerên li Xezzeyê bang li balyozê Îsraîlê kir
    Parlamenterê Îsraîlê bo bûyerên li Xezzeyê got: Guleyên me têra her kesî dikin
    NYyê banga rawestandina tundiya bêpîvan li Îsraîlê kir
    Etîketan:
    Ragêşiya dîplomatîk, Ragêşî, Balyoz, Gurcan Trukoglu, Recep Tayyip Edogan, Eitan Naeh, Benyamin Netanyahu, Îsraîl, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de