08:07 25 Gulan 2018
    Di navbera artêşa Îsraîlê û çalakvanên filistînî de cardin şer rû da

    Di navbera artêşa Îsraîlê û çalakvanên filistînî de cardin şer rû da

    © Sputnik / Mohammed Salem
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Xezzayê bo cenazeyê 60 kesên ku jiyana xwe ji dest dan bi hezaran kes kom bûn û dest bi protestoyan kirin, herwiha di navbera hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê û filistîniyan de cardin şer rû da, hat ragihandin di encamê de gellek kes birîndar bûn.

    Duh di salvegera 70em a damezrandina dewleta Îsraîlê de DYAyê balyozxaneya xwe ji Tel Avivê veguhast bajarê Qudsê. Herwiha filistîniyên ku biryara veguhastina DYAyê ya balyozxaneyê protestokirin, rastî êrîşa leşkerên îsraîlî hatin. Di pevçûna di navbera herdu aliyan de nêzî 60 filistînî hatin kuştin bi hezaran kes jî birîndar bûn. Îro li sînorê Xezze û Îsraîlê filistînî kom bûn û dest bi protestoyan kirin, li cihê bûyêrên duh lê qewimîn hêzên artêşa Îsraîlê cardin êrîşî çalakvanan kirin.

    15.02: Rojnameya Haaretz a Îsraîlê ragihand, di protestoyên ku bi pêvçûnan ve domandin de 12 filistînî birîndar bûn. Hat eşkere kirin ku leşkerên Îsraîlê bi gulleyên rasteqîn êrîşî çalakvanan dikin.

    14.38: Rojnameya Haaretz a Îsraîlê ragihand ku li bajarê Ramallah a Şerîaya Rojava di navbera çalakvanên filistînî û leşkerên îsraîlî de pevçûnan cardin dest pê kir. Rojnameyê da zanîn ku leşkeran bi gulleyên rasteqîn êrîşî filistîniyan kirin û 3 kes birîndar bûne.

    Etîketan:
    protesto, çalak, Filistîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de